MSD'ê êrişên Tirkiyê şermezar kirin

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) êrişên bênavber ên Tirkiyeyê yên li dijî binesaziya herêmê bi tundî şermezar kirin.

MSD'ê êrişên Tirkiyê şermezar kirin
24 cotmeh, 2024   20:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“ji 12'ê Cotmeha 2022'yan de artêşa Tirk li dijî binesaziya aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş pêk anîbû, di encamê de zirarekî mezin gihîştibû sivîlan û kargehên sereke yên xizmetguzariyê. Ev êrişa li dijî jêderên jiyana welatiyan, ji Cotmeha 2022'yan ve, ya 4'emîn e. Armanc ji êrişan têkbirina aboriya xwecih û kûrkirina zehmetiyên welatiyên berxwedêr e.

Dewleta Tirk di êrişên xwe de armanc dike avê, kehrebê, gaz, sotemenî û madeyên pêwîst ji ser şêniyan qut bike.siyasetên Tirkiyeyê yên koçberkirina gelê Sûriyeyê ji bo pêkanîna projeya dagirkirina tevahiya bakurê Sûriyeyê şermezar dike.

hedefgirtina binesaziya aborî li dijî peymanên Cinêvê û qanûnên navneteweyî yên parastina sivîlan di şeran de ye. Ji ber vê em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), rêxistinên navneteweyî, Meclisa Mafên Mirovan û Yekitiya Ewropayê dikin ku li hemberê vê binpêkirina mafên mirovan helwesteke xwe nîşan bidin.

Her wiha em bang li Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî û Komkara Dewletên Erebî dikin ku zextê li Tirkiyeyê bikin û êrişên wê yên li dijî serweriya Sûriyeyê û welatiyên wê rawestîne.

Em ji raya giştî re diyar dikin ku, di dema ku em hewl didin çareseriyên adilane û aştiyane ji dozên xwe yên nîştimanî li Sûriyeyê re bibînin, em li hember serweriya dewletên cîran rêzdar in û binpêkirina serweriya welatê xwe qebûl nakin.

Em dibînin ku diyaloga navxweyî rêya herî guncaw a çareserkirina hemû pirsgirêkan e.

(mh)

ANHA