HPG: Em şehîdên xwe yên têkoşîna sala 2020’an bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG NRÇ’ê şehîdên Gulana 2020’an Bawer Zîlan, Avaşîn Întikam, Axîn Botan, Harun Gever û Egîd Şoreş bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Di şert û mercên herî zehmet de bi cesareteke mezin li dijî êrîşên dijmin rabûn û mîtayeke berxwedanê ya mezin hiştin.”

HPG: Em şehîdên xwe yên têkoşîna sala 2020’an bi rêzdarî bi bîr tînin
29 mijdar, 2025   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG NRÇ) nasnameya Bawer Zîlan ê ku ji şervantiyê heya wezîfeya fermandariya eyaletê berpirsyarî girtiye ser xwe û 4 şehîdên din eşkere kir û soz da ku têkoşîna wan bigihînin serketinê.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em fermandarê xwe yê hêja Bawer Zîlan û hevrêyên xwe Avaşîn Întikam, Axîn Botan, Harun Gever û Egîd Şoreş ên ku sala 2020’an dema li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser wezîfeya xwe şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin.

Ewladên bijarte yên gelê me hevrêyên me Bawer, Avaşîn, Axîn, Harun û Egîd tevlî nava refên partiya me PKK’ê bûn ku siyaseta înkar û îmhayê parçe kir, rastiya Kurdê azad car din zindî kir, rakir serhildanê û hebûna wê teqez kir. Dizanîn ku tevlîbûna PKK’ê mîna agir dişewitîne, zehmet e, lê ewqasê jî jiyaneke bi rûmet û şeref e û bi vî rengî bûn rêwiyên vê rêyê. Tevlî Tevgera Apoyî ya bi pêşengiya Rêber Apo bûn û têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê me bilind kirin. Bi rengekî bêteredut li dijî her cure êrîşê rabûn, her tim û li her derê bi îradeyeke xurt şer kirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her kêliya xwe fedayê têkoşînê kirin. Bi ruhekî fedayî heqê her berpirsyariyê dan û bi tarz û tempoyeke ku ji serkeftinê dibeze serketinê bi dest xistin. Di şert û mercên herî zehmet de bi cesareteke mezin li dijî êrîşên dijmin rabûn û mîtayeke berxwedanê ya mezin ji me re hiştin.

Em soz didin ku têkoşîna hevrêyên xwe bigihînin serketinê û bîranînên wan her tim bidin jiyîn. Li ser vî bingehî di serî de malbatên wan ên hêja em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Bawer Zîlan

Nav û Paşnav: Celal Avci

Cihê Jidayikbûnê: Agirî

Navê Dayik – Bav: Kîbar – Elî

Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Gulana 2020’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Avaşîn Întikam

Nav û Paşnav: Zeynep Ersonmez

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayik – Bav: Gulperî – Kudbettîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 12’ê Gulana 2020’an / Avaşîn

Nasnav: Axîn Botan

Nav û Paşnav: Suheyla Baytekîn

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Navê Dayik – Bav: Fadîle – Cangir

Cih û Dîroka Şehadetê: 12’ê Gulana 2020’an / Avaşîn

Nasnav: Harun Gever

Nav û Paşnav: Ihsan Geylan

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik – Bav: Atiye – Fettah

Cih û Dîroka Şehadetê: 5’ê Gulana 2020’an / Xakurkê

Nasnav: Egîd Şoreş

Nav û Paşnav: Celîl Gencezade

Cihê Jidayikbûnê: Sine

Navê Dayik – Bav: Kubra - Abdulmuhammed

Cih û Dîroka Şehadetê: 5’ê Gulana 2020’an / Xakurkê