Di êrişa li ser Kîevê de kesek hat kuştin û 7 kes birîndar bûn

Hate ragihandin ku di êrişa hewayî ya Rûsyayê ya li ser Kîevê de kesek hat kuştin û 7 kes birîndar bûn.

Di êrişa li ser Kîevê de kesek hat kuştin û 7 kes birîndar bûn
29 mijdar, 2025   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî desthilata Ukraynayê, di êrişa hêzên Rûsyayê ya bi dronan a li ser Kîevê de, kesek hat kuştin û yek jê zarok, 7 kes jî birîndar bûne.

Serokê rêveberiya leşkerî ya Kîevê Timur Tkachenko bi rêya Telegramê got pergala parastina hewayî li gelek deverên derdora paytextê bersiva dronan dide.

Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko jî got ekîbên rizgarkirinê 4 birîndar birine nexweşxaneyan. Şaredar ji şêniyan xwest heta ku êriş bi dawî bibin di stargehan de bimînin.

(bb)