Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê vediguhere hikumeta hindikahiyê

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên vê sibehê de bal kişand ser siberoja hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, metirsiyên parçebûna hundirê Îranê û proseya normalîzekirina di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê de.

Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê vediguhere hikumeta hindikahiyê
29 mijdar, 2025   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di nivîsên xwe yên vê sibehê de bal kişand ser rewşa hundirîn a Sûriyeyê, pêşdeçûnên li Îranê û têkiliyên di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê de.

‘GELO DESTHILATA SÛRIYEYÊ XWE DIXE XETEREYÊ KU VEGUHERE HIKUMETA HINDIKAHIYÊ

Rojnameya El Ereb El Cedîd di nivîseke xwe de diyar kir: “Têkiliya di navbera desthilata nû û hindikahiyan olî de piştî bûyerên li peravê û Siwêdayê, zirareke mezin dît ku bi hêsanî çareser nabe."

Rojnameyê destnîşan kir ku hikumeta heyî Erebên sunnî bi hevbendiya hindikahiyan a ku dibe li ser hesabên wan vegerin ser hukmê Sûriyeyê ditirsîne. Armanca hikumeta heyî piştgiriya berdewam ji wan bigire. Lê astengiya mezin a rûbirûyî rêveberiya El Şeri di pêvajoya bê de, ne ji hindikahiyan e, lê ji Erebên sunnî ye ku ketine nava rêveberiya kar û barên dewletê, paşguhkirina beşên berfireh û hewldana ferzkirina rengekî siyasî ye, li kêleka wê jî kolan ji ber siyasetên aborî dinale.

Rojnameyê destnîşan kir: “Bi sedema siyasetên desteserkirin û tecrîda îdeolojîk, reftara wê ya berdewam wekî rêxistineke nepen, razîkirina cîhana derve li ser hesabê paşguhkirina hundir û binkeftina peywendiyan bi hundir re, desthilata nû xwe dixe xetereya windakirina beşeke mezin a Erebên sunnî ku veguhere hindikahiyekê.”

‘MURŞÎDÊ ÎRANÊ HIŞYARÎ JI PARÇEBÛNA HUNDIRÎN DA’

Rojnameya Şerq El Ewset der barê rewşa Îranê de nivîsek parve kir û diyar kir: "Murşidê Îranê Elî Xamineyî di xîbateke televîzyonekê de hişyarî li ser parçebûna hundirîn da û bang li îraniyan kir ku bi hev re li hember dijmin bin. Murşid got Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîl di şerê 12 rojan ê Hezîranê de nekarî armancên xwe pêk bînin.”

Rojnameyê da zanîn ku Xamineyî ji destpêka şer ve ev cara 3ˊyan e li ser televîzyonê diaxive û diyar kir “DYA û Îsraîl hatin ji bo sûcan pêk bînin, lê derb xwarin û destvala vegerînin. Ev wateya têkçûyîna rasteqîn e. Gelê Îranê ji bo sekna li hember DYA’yê êdî yekgirtîtir bûye û ew têk birin."

‘HELWESTA HIŞK A NETANYAHU ASTENGIYA LI PÊŞ NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYÊN SIÛDÎ Û ÎSRAÎLÊ YEˊ

Rojnameya El Ereb diyar kir: "Ruxmî zelaliya şertê Siûdiyê ya avakirina têkiliyên xwezayî bi Îsraîlê re wekî çareserkirina doza Filistînê bi awayekî adilane û avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê, lê ev şert têrê nake ku Riyad bi hêz gavên ber bi serxistina vê normalîzekirinê ve biavêje. Ev yek ji ber helwesta hişk û siyaseta serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya li hember dewletên Ereban û misilman ên girîngiyê didin doza Filistînê ye.

Li kêleka wê jî kesayeta Netanyahu li gorî civata navneteweyî û gelek dewletên rojavayî kesayetekî têkçûyî ye.”

(fr)