Hovîtiya dewleta Tirk a dagirker

Di encama êrişên balafirên şer ên dewleta Tirk de stasyona Ewda ya li navçeya Tirbespiyê bi temamî ji xizmetê derketiye.

Hovîtiya dewleta Tirk a dagirker
Hovîtiya dewleta Tirk a dagirker
Hovîtiya dewleta Tirk a dagirker
Hovîtiya dewleta Tirk a dagirker
24 kanûn 2023   11:58
QAMIŞLO
CÎHAN BÎLGÎN/EHMED SEMÎR

Duh saet di 22:15`an de balafirên dewleta Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin. Stasyonên petrolê yên li Tirbespiyê û Dêrikê hatin hedefkirin. 

Stasyona Ewda ya li Tirbespiyê duh êvarî hat hedefkirin. Her wiha bîrên li stasyona û kargeha sererastkirina bîrên petrolê bi 3 roketên balafirên şer hatin hedefkirin. 20’ê Mijdara 2022`an de û 4`ê Cotmeha 2023`an de jî bû hedefa dewleta Tirk a dagirker. Di encama êrişê de welatiyê bi nave Hisên Hemze Sadûn xebatkarên li stasyonê birîndar bûnê lê heta niha hijmareke zelal nehatiye bidestxistin. Stasyon bi temamî ji xizmetê derketiye. Her wiha derketina stasyonê ji xizmetê bandor li pompên gazê yên ku ceyranê didin stasyona Siwêdiyê kir û di encamê gelek gund û bajarokên Çilaxa û Tirbespiyê û bajarê Dêrikê bê ceyran in.

ANHA