Di 2 salan de 268 cih ji aliyê dewleta Tirk ve hatine hedefkirin

Dewleta Tirk a dagirker ji Mijdara 2022`yan ve 3 caran êrişî binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û 268 cihên stratejîk û navendên xizmetguzariyê kirin hedef.

Di 2 salan de 268 cih ji aliyê dewleta Tirk ve hatine hedefkirin
24 kanûn, 2023   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û ji 2022`yan ve 3 caran binesaziya herêmê kire hedef.

Cara yekemîn şeva 19`ê Mijdara 2022`yan bû, dewleta Tirk santrala kehrebeyê ya li gundê Teqel Beqel ê bajarê Dêrikê, Şaredariya Gel a Zirgan, Girê Spî, Kobanê û Şehbayê kirin hedef. Di encama wan êrişan de 11 welatî û nûçegihanê me Îsam Ebdullah şehîd bûn, 6 welatî, nûçegihanek Stêrk TV birîndar bûn. Her wiha 14 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 12 din jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî herêm 5 rojan li pey hev navendên stratejîk, tenduristî, xizmetguzarî û perwerdehî topbaran kirin. Di encamên de zirarên mezin çêbûn.

4`ê Cotmeha îsal jî dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bejahî û hewayî li dijî herêmê zêde kirin. Di 7 rojan de navendên enerjiye, av, kehrebe, bîrên petrolê kirin hedef.

Di encamê de zirarên mezin li binesaziya herêmê hatin. Li gor raporeke berê, zirar ji ber êrişan milyarek dolar derbas kiriye.

Her wiha di encama hedefgirtina navendên petrolê, gazê û kehrebeyê de, dahatên gencîneya giştî ya Rêveberiya Xweser bi 540 milyon dolarî kêm bûn. 2 milyon û 150 hezar kes bê kehrebe man.

Rêveberiya Xweser di daneyeke xwe de aşkera kir ku dewleta Tirk a dagirker di 4-5-6-7-8-9 û 10`ê Cotmeha 2023`yan de, 304 êrişên hewayî û bejahî  li dijî 224 cihan pêk anîn. Ji wan 221 bi çekên giran, hawan û tankan, 83 balafirên şer û yên bê mirov in. Di wan êrişan de, stasyonên kehrebe, petrol, navendên tenduristiyê, herêmên pîşesaziyê, navendên darayî, derdora kampa Weşûkanî û bi dehan gund kirin hedef. Di encamê de zirarên madî yên mezin çêbûne.

Rêveberiya Xweser ragihand ku di wan êrişan de 47 kes jiyana xwe ji dest daye û 55 din jî birîndar bûne.

Rêveberiya Xweser têkildarî êrişan û zirarên wê dosyayek amade kir û ji gelek aliyên navneteweyî, hiqûqî û qanûnî yên navneteweyî re şandin.

Piştî daxuyaniya wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan: "Binesazî û jorsaziya li Iraq û Sûriyeyê, navendên enerjiyê êdî armacên rewa ne." ev êriş zêde bûn.

Artêşa Tirk a dagirker duh êvarê careke din navendên petrol yên li derdora Tirbespiyê; satasyona Seîda ya nêzî gundê Girdêm û stasyona Ewda topbaran kirin. Her wiha kargeha plastîk a li başûrê Tirbespiyê ya li nêzî benzînxaneya Şabo kir hedef.

Di topbarana li ser stasyona Ewda de welatiyê bi navê Hisên Hemze Sadûn birîndar bû û ji nexweşxaneyeke Qamişloyê re hate veguhastin. Lê agahiyên der barê rewşa wî de nehat zanîn.

(şx)

ANHA