Hîlala Zêrîn û Navenda Cemîl Horo amadekariyên 8ˊê Adarê dikin

Bi boneya hatina 8ˊê Adarê 5 komên girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn, Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya Helebê amadekariyê dikin ku çalakiyên hunerî yên curbecur îsal pêşkêş bikin.

1 adar, 2024   04:40
HELEB

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan û Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê ji destpêka Çileyê ve perwerdekirina 5 komên hunerî zêde kirine. Çaverê ye ew 5 kom beşdarî çalakiyên dê bi boneya 8ˊê Adarê werin lidarketin, bin.

Tevgera Hîlal Zerîn bi armanca curbecurkirina performansa xwe ya hunerî ya îsal, koma govendê ya Şehîd Barîn û koma Dîlana Folklorî ya Şehîd Hêzil û Şîlan kir yek.

Dê koma Şehîd Vajîn û koma Şehîd Zîlan ên girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn stranan pêşkêş bikin. Li kêlek wê jî dê stranên ferdî ji hêla endamên Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ve werin pêşkêşkirin.

Dê stranên gelêrî, şoreşgerî û neteweyî yên nîşaneya rastiya jinê didin werin pêşkêşkirin. Endama Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê Nesrîn Tobal diyar kir ku wan perwerdeya xwe ji destpêka meha yekê ya îsal ve kirin. Nesrîn coşa xwe ji bo pêşwazkirina vê rojê û pêşkêşkirina huneran anî ziman.

Nesrîn got divê jin bi rêya pênûs û hunerê yan jî hilgirtina çekê, heta pêkanîna azadiyê ji tedvahî jinên bindest li cîhanê, têkoşîna xwe bilind bikin.

(fr)

ANHA