Hêzên Îranê êrişî kolberan kir: 2 kolber birîndar bûn

Li gorî agahiyan duh êvarê di encama êrişa hêzên Îranê de, li sînorên Bane 2 kolber birîndar bûne.

Hêzên Îranê êrişî kolberan kir: 2 kolber birîndar bûn
6 kanûn, 2023   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên rejîma Îranê yên li ser kolberan bê navber dewam dikin. Duh êvarê careke din êrişî kolberan hate kirin. Li gorî agahiyan li sînorên bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê êrişî kolberan kirine.

Hate zanîn ku di encama êrişê de 2 kolberên ciwan ên bi navê Perwêz û Hîsam Fetahî yên niştecihê Seqiz û Kirmaşanê, bi giranî birîndar bûne.

Piştî êrişê her du kolber ji bo nexweşxaneyê hatine rakirin, tê gotin birîna kolberan giran e.