ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-10-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-10-2023
23 cotmeh, 2023   02:00

-Bi destpêkirina şerê navbera Hemas û Îsraîlê re berpirsên dewleta Tirk a faşîst qaşo piştgirî bo xelkê Xezayê nîşan da. Lê belê dewleta Tirk di damezrandina Îsraîlê de roleke mezin lîstiye. Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de behsa wê rola dewleta Tirk dike.(BI WÊNE)

-Ji nêzî 15 rojan de balafirên bêmirov ketine nav asîmana Helebê û aramiya herêmê dixe metirsiyê. Gelo ev balafir ji ku derê tên û digihîjin ku derê? armancên aliyê ku balafir şandine, çi ne? (BI WÊNE)

-Xuya ye ku Rojhilata Navîn li ber şerekî herêmî ye diçe, nexasim piştî gurbûna şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de û gefxwarina koçberkirina şêniyên Xezayê ber bi Sînaya Misirê ve ku ev jî ji bo Qahîreyê nayê qebûlkirin.

Jina bi navê Cemîle Mihemed a bilokan çêdike, bala her kesê di wir re derbas dibin dikişîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyên du şervanên QSD`ê; Mehmûd Yusif Mihemed û Mihemed Kerîm El Elo li Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê oxir dikin saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Rêxistina Nûdem 1`emîn Kongreya Astengdaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola Meclisa Qanûnsaz a Minbicê li dar dixe saet di 9:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Çalakiya kovendanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li ber avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penabaran a NY`yê li bajarê Qamişlo hatiye lidarxistin di roja 7`an de didome, saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Tev-Çand, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, Yekitiya Rewşenbîran, Yekitiya Hunermendan, Dîwana Wêjeyê û Desteya Çandê derbarê tecrîda girankirî dijî Rêber Abdullah Ocalan wê li pêşiya avahiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê daxuyaniyekê bidin saet di 10:00`an de. Piştî daxuyaniyê endamên saziyên navborî wê meşekê li darbixin. Meş ji cihê daxuyaniyê hetanî bi konê çalakiyê yê pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirka Kurd re çareseriya siyasî” ya li ber avahiya NY`ê li bajarê Qamişlo be. (BI WÊNE Û DÎMEN)