Hêzên Îranê êrişî kolberan kir: 2 kes birîndar bûn

Hate zanîn ku 2 kolberên Kurd ên xelkê Serdeşt û Ciwanroyê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi giranî hatine birîndarkirin.

Hêzên Îranê êrişî kolberan kir: 2 kes birîndar bûn
7 mijdar, 2024   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeyên medyaya Rojhilatê Kurdistanê, 5’ê Mijdarê li devera Qendîl a dikeve li ser sînor, hêzên Îranê komeke kolber gulebaran kirin. Di encama êrişê de kolberek bi navê Cebar Zarî birîndar bû.

Hat gotin ku Cebar Zarî xelkê gundê Kuleseya Xwarû ya ser bi Serdeştê ve ye û ji ber giraniya birîna wî rakirine nexweşxaneya Pîranşarê.

Li gorî heman nûçeyê, li devera Newsûd jî kolberekî Kurd bi navê Eshed Fîrozbext yê xelkê Ciwanroyê di encama gulebarana hêzên Îranê de bi giranî birîndar bû.

Hat gotin ku Eshed Fîrozbext ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê.

Li gorî bîlançoya ku ajnasa Kolbernews belav kiriye, di 6 mehên destpêkê yên îsal de 142 kolber li deverên sînor û rêyên navbera parêzgehên Azerbeycana Rojava, Sine û Kirmaşanê de ji ber gulebarana rasterast a hêzên rejîma Îranê, serma, teqîna mayînan û ketina ji çiya de, jiyana xwe ji dest daye û birîndar bûne. Ji vê hejmarê 10 jê zarokên di bin temenê 18 saliyê de ne.