Jinan pergala îşkence û qirkirinê şermezar kir

Endamên rêxistinên jinan ên kantona Efrîn-Şehbayê pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got dê ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê mezin bikin.

Jinan pergala îşkence û qirkirinê şermezar kir
7 mijdar, 2024   11:55
ŞEHBA

Endamên rêxistinên jinan ên kantona Efrîn-Şehbayê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan da.

Daxuyanî li bajarokê Ehdasê ya li Şehbayê hate dayîn. Endamên Kongra Star Ferîde Îbo bi zimanê erebî û Şêrîn Mihemed bi zimanê kurdî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan gel ji êrişên qirkirinê yên pergalên serdest rizgar kir.

Komploya Navneteweyî ya ku 9ˈê Cotmeha 1998ˈan li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate destpêkirin hat şermezarkirin û hate gotin dê têkoşîna bi armanca şikandina pergala îşkence û qirkirinê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin.

Di dawiyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevbeş li tevahî jinan hate kirin.

(bb)

ANHA