Operasyona Ewlehiya Domdar: 40 çete hatin girtin

Operasyona Ewlehiya Domdar a li kampa Holê û derdora wê di roja duyemîn de ye. Heya niha 40 çeteyên DAIŞˈê hatine girtin û gelek çekan hatin desteserkirin.

Operasyona Ewlehiya Domdar: 40 çete hatin girtin
7 mijdar, 2024   10:34
HESEKÊ

Operasyona Ewlekariya Domdar ku ji aliyê YPJ, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve li kampa Holê û derdora ve hatiye destpêkirin, di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.

Nûçegihanên me yên ku operasyonê kêlî bi kêlî dişopînin, diyar kir ku hêzên operasyonê piştî ku gelek gund paqij kirin û gihaştin sînorê Iraqê (başûr), niha giraniya xwe daye xeta navbera bajarokên Şedadê û Holê û lêgerînê dikin.

Li gorî agahiyên ku fermandarên operasyonê dane nûçegihanên me, heya niha çeteyek hatiye kuştin, 40 çeteyên şaneyên DAIŞˈê hatine girtin û miqdareke çek û cebilxane hatine desteserkirin.

Armanca operasyonê, paqijkirina 100 kîlomtere sêgoşeya li kampa Holê û derdora wê (erdîngariya navbera Hol, Til Hemîs, Hesekê, Eşîre û Şedadê) ye.

Hêzên Operasyona Ewlehiya Domdar de di daxuyaniya xwe ya îro de got: "Operasyonê paqijkirinê li gundewarên bajarê Holê, sînorê Sûriye-Iraqê jî di nav de, rûbereke mezin li gundewarên başûr, bi dehan şikeft û cihên ku terorîstên DAIŞˈê xwe lê vedişart, bi dawî bû."

(bb)