Hêzên Ewlekariyê planek têk bir: 2 kes hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê li bajarê Hesekê şaneyek girêdêyî hikumeta demkî ku hewl dide li herêmê tevliheviyan derbixe, girt.

Hêzên Ewlekariyê planek têk bir: 2 kes hatin girtin
26 ÇILE, 2026   00:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Kantona Cizîrê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di çarçoveyê hewlên domdar ên ewlehiyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Hesekê 2 endamên şaneyek terorîst  girtin. Şane beşdarî planeke bi armanca têkbirina ewlehî û aramiyê û derxistina nakokiyên civakî li deverên bakur û rojhilatê Sûriyê bûn. Lêpirsîn û operasyonên ewlehiyê ji bo şopandina şaneyên din ên bi vê planê ve girêdayî ne berdewam dikin.

Di lêpirsînên destpêkê de eşkere bûn ku çend berpirsên îstîxbarata Şamê bi van şaneyên terorîst re di nava têkiliyê de ne, wan rêve dibin da ku operasyonên tirsandin û propagandayê li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser pêk bînin.

Li gorî planê, endamên şaneyê cilên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) li xwe bikin, li beramberî pereyan êrişî gundên ku nifûsa wan Ereb e bikin, da ku ewlehiya navxweyî têk bibin û wêneya hêzên ewlehiyê xira bikin, di heman demê de nakokiyan di navbera pêkhateyên civakê de derbixin.

Ev kiryar hewldanek xeternak  ji bo bikaranîna terorîzmê û propagandaya şaş ji bo têkbirina ewlehiya sivîl û jiyana hevbeş in. Her wiha piştrast dikin ku ev sazî berdewam li dû planên xirabkirinê diçin da ku herêmê bêîstîqrar bikin û di navbera civakên wê de nakokiyê biçînin.

Hêzên me piştrast dikin ku ew ê operasyonên xwe yên ewlehiyê bi tundî û berpirsiyariyê bidomînin û dê hemû pêkhateyan bê cudahî biparêzin û li hemberî hemû hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê bisekinin."

(b)