Hezar malbatên efrînî dê di nava çend rojan de vegerin

Li gorî agahiyên Meclisa Koçberan a Efrîn û Şehbayê dane, dê hezar malbatên ji Efrîn û navçeyên wê yên koçberbûyî, di nava çend rojên pêş de vegerin.

Hezar malbatên efrînî dê di nava çend rojan de vegerin
13 nîsan, 2026   12:50
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên me ji Meclisa Koçberan a Efrîn û Şehbayê wergirtine, dê hezar malbatên ji Efrîn û navçeyên wê di nava çend rojan de vegerin warê xwe. 

Di çarçoveya Peymana 29’ê Çileyê ya navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Şamê de, heta niha 2 komên koçberên ji Efrînê vegeriyane warên xwe.

Koma yekemîn ku ji 400 malbatan pêk dihat, di 9’ê Adarê de û ya duyemîn ku ji 200 malbatan pêk dihat, di 4’ê Nîsanê de vegeriyabûn Efrînê.

(bî)

ANHA