Heyva Sor a Kurd ji kesên di erdheja Şehbayê de zirar dîtine re xaniyan ava dike

Heyva Sor a Kurd bi alîkariya ku xelkê Silêmaniyê di çarçoveya hemleya “Em bi we re ne” de şandiye, xaniyan ji kesên ji erdheha Şehbayê ziyan dîtine ava dike.

Heyva Sor a Kurd ji kesên di erdheja Şehbayê de zirar dîtine re xaniyan ava dike
5 mijdar, 2023   06:17
ŞEHBA

Li kantona Şehbayê di encama erdheja li herêmên Bakurê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê di Sibatê de çêbûye, zirarên mezin li avahiyan kir. 

Ji bo naskirina ziyanan Desteya Rêveberiya Herêmî ya Kantona Efrîn û Şehbayê komîteyek ava kir û kon li şêniyên ji ber erdhejê bê mal mane, belav kir. Her wiha xaniyên ku li ser jiyana welatiyan xetere ne, hilweşandin.

Desteyê ji destpêka Tebaxê ve, amadekariyên avakirina 5 yekîneyên niştecihbûnê dike. Di her yekîneyekê de 2 oda, mitbax û serşok heye. Li gor berpirsê projeyê endezyar Şoreşvan Elî wê 50 yekîne li gundê Til Qirahê û 30 jî li gundê Til Sosinê bê avakirin.

Elî îşaret bi zehmetiyên li pêşiya wan derdikevin kir û got: “Dema me budceya projeyê danî, buha wê demê ji ya niha cudatir bû. Ji ber ku buhaya lîreya Sûriyeyê kêm bû.”

Çaverê bû ku di 6 mehan de 5 yekîne amade bûna lê belê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li rex wê dorpêça ku hikumeta Şamê li ser herêmê ferz kiriye, nehişt kar û xebat li gor plansaziyê bê kirin.

Elî aşkera kir ku hemwextî avakirina yekîneyan li bajarokê Babnisê, xebatên amadekirina zemîna projeya li gundê Til Qirahê tê kirin.

Hemleya “Em bi we re ne” Sibatê li bajarê Silêmaniyê dest pê kir. Şêniyên bajêr ji bo piştgiriya xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ev însiyatîf ragihand.

(şx)

ANHA