Panorama hefteyê: Fermandarên Şamê komên çeteyan diparêzin

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên hefteya borî de, cih dan tevliheviya li herêmên hikumeta Şamê, şerê li Xezayê û helwesta DYA′ê ji vî şer, her wiha tevgerên dewleta Tirk ên li Lîbyayê.

Panorama hefteyê: Fermandarên Şamê komên çeteyan diparêzin
5 mijdar, 2023   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb bi sernavê ′Fermandarên ewlehiyê yên Şamê girupên çeteyan diparêzin û xeracê ferz dikin′ nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku fermandarên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta Şamê serweriya xwe ji bo qezenckirina pereyan bi rêbazên ne rewa bi kar tînin, têkiliyan bi komên çekdar ên revandin û talanê dikin re xurt dikin û xeracê li welatiyan ferz dikin. Li gorî rojnameyê, ev diyarde bi taybetî li parêzgeha Humsê pir belav bûye. Hat destnîşankirin ku hikumeta Şamê destwerdan kiriye, lê diyar e ku dê nikaribe fermandarên xwe kontrol bike û rê li vê diyardeyê bigire.

RAGEŞIYA LI XEZAYÊ

Rojnameya El Cumhuriye ya Lubnanê bi sernavê ′Rageşiya zêde li Xezayê′ nûçeyek nivîsî.

Di nivîsê de hate gotin, dê xwînrijandina li Xezayê di çend hefteyên bê de dewam bike û der barê wê yekê de Pantagonê serbazekî mezin di odeya operasyonên leşkerî yên Îsraîlê de li kêleka serbazên din vekişand.′′ Li gorî rojnameyê serbazê hatiye vekişandin berê serokê fermandariya operasyonên taybet ên hêzên deryayî di şerê li dijî Iraqê de cih digirt û xwedî pisporiyekê di rêvebirina şerê li bajarên Iraqê de bû, mîna Felûca û Mûsilê. Wî serbazî piştgirî dida êrişên asîmanî li şûna tevlêbûna li şerekî bejahî.

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê ′Washington li alternatîfên kontrolkirina Xezayê digere′ weşand. Di nivîsê de hate gotin, wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Anthony Blinken roja înê diçe Îsraîlê.  Her wiha hate destnîşankirin ku ev serdan li gorî Washingtonê ragihandiye di çarçoveya gereke nû ya li Rojhilata Navîn de pêk tê.

Di dewama nivîsê de hate gotin: ′′Hîna rêveberiya serokê DYA’yê Joe Biden hewldanên cihêreng li ser şerê Xezayê dike. Li kêleka wê jî yekîneyên taybet ên DYA’yê ji Îsraîlê re hatin şandin da ku destwerdanê li operasyonên rizgarkirina girtiyên li cem Hemasê bike û alternatîfên muhtemel ên kontrolkirina Xezayê bibîne.′′

′DEWLETA TIRK HEWL DIDE BERJEWENDIYÊN LI TERABLUSÊ BIPARÊZE’

Rojnameya El Ereb di nûçeyeke xwe de bal kişand ser rola dewleta Tirk a li Lîbyayê. Di nûçeyê de hate destnîşankirn ku dewleta Tirk di vê dema dawîn de hewl dide têkiliyên xwe bi hikumeta Wehde El Wetenî ya Lîbyayê re bi rêya pevguherîna serdan û şêwirand xurt bike.

Li gorî rojnameyê, çavdêran li ser vê mijarê got, dewleta Tirk bi van hewldanan dixwaze berjewendiyên xwe li Terablusê biparêze.