Hevşaredarê Colemêrgê hate binçavkirin

Polîsên dewleta Tirk a dagirker bi ser şaredariya Colemêrgê de girtine û hevşaredar Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê binçav kirine.

Hevşaredarê Colemêrgê hate binçavkirin
3 hezîran, 2024   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî ANF’ê duh bi şev dora saet di 23.00’yan de bi sedan polîsan Şaredariya Colemêrgê a bakurê Kurdistanê ya  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê de bi dest xistibû dorpêç kirin. Kolana ku şaredarî lê û hemû kolanên tên şaredariyê ji aliyê polîsan ve ji trafîkê re hatin girtin. Hate îdiakirin ku piştî dorpêçê di saetên serê sibê de deriyên şaredariyê hatine şikandin, bi ser şaredariyê de hatiye girtin û hemû amîrtiyên saziyê bilez vexwendine ser peywirê.

DEM PARTÎ: EM BANG LI HER KESÊ DIKIN KU HELWEST NÎŞAN BIDIN

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal daxuyanî da û bang li her kesên alîgirên demokrasiyê ne kir ku li dijî vê darbeyê helwesteke aşkere bigirin.

DEM Partiyê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Desthilata ku her carê li dijî vîna gel têk diçe, serî li xespa vînê û darbekariyê ya ku rêya wê ya herî baş e da. Îro serê sibê Hevşaredarê me yê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş li Wanê hate binçavkirin, şaredariya me bi darê zorê yê polîsan hate xespkirin. Em vê feraseta qeyûmkar qebûl nakin. Gelê me di 31’ê Adarê de bi rêyên demokratîk aşkere kir ku vê feraseta qeyûmkar nas nake. Ev feraseta qeyûmkar û darbekar ne tenê gefeke li dijî Colemêrgê ye gefeke li dijî hemû gelên Tirkiyeyê ye. Gelê me dê bertekên xwe di asta herî jor de nîşan bide. Em bang li bang li herkesên alîgirên demokrasiyê ne dikin ku li dijî vê darbeyê helwesteke aşkere bigirin.”