Di çalakiyên gerîlayan de 3 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê yên li herêma Zapê ya li Qada Berxwedanê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û derb li 6 çeperan hate xistin.

Di çalakiyên gerîlayan de 3 dagirker hatin cezakirin
14 mijdar 2023   13:02
NAVEND NÛEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

 Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

11'ê Mijdarê saet di 08:00 û 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

11'ê Mijdarê saet di 14:00, 14:30 û 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkrean hate xistin. Derbe li 2 çeperan hate xistin.

11'ê Mijdarê saet di 23:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan.

12'ê Mijdarê saet di 06:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi rêbaza sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

12'ê Mijdarê saet di 09:30'î û 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran dest li dagirkeran werdan û liv û tevgera dagirkeran rawestandin.

12'ê Mijdarê saet di 12:50, 13:10, 13:20, 14:55 û 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li 3 çeperan hate xistin.

11'ê Mijdarê saet di 15:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi rêbaza sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

12'ê Mijdarê saet di 20:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi rêbaza sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

Li Herêma Metînayê;

10'ê Mijdarê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi rêbaza sabotajê li dagirkeran hate xistin.

11'ê Mijdarê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê hêzên me yên YJA Starê bi rêbaza sabotajê dest li dagirkeran werdan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;

11'ê Mijdarê li herêma Zapê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

11 û 12'ê Mijdarê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 8 caran bi droneyên bombebarkirî û carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

12 û 13'ê Mijdarê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 9 caran bi çekên kîmyewî û 11 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

11 û 12'e Mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya li Girê Cûdî 8 caran bi droneyên bombebarkirî û carekê jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

11 û 12'ê Mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi droneyên bi teqemeniyên qedexekirî, 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî û carekê jî bi gazên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

11, 12 û 13'ê Mijdarê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qada berxwedanê ya Girê Bahar 5 caran, li herêma Xakurê qadên Sinînê, Lolan û Şehîd Şerîf 5 caran, li herêma Garê qada Deşta Kafya 2 caran, li herêma Metînayê qada Şêlazê carekê; bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

11'ê Mijdarê Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna, Xakurkê û Barzan bi helîkopteran hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."