Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî bi dawî bû

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bû.

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî bi dawî bû
17 sibat, 2025   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Serdanên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku bi rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re du caran hevdîtin kiribû yê li Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Di vê çarçoveyê de şandeyê îro bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Hevdîtina li ofîsa Barzanî hat kirin, bi dawî bû.

 SERDANÊN ŞANDEYÊ

 Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç jî di hevdîtinan de cih digirin.