Li Hesekê kampanyaya paqijiyê

Meclisa Bajarê Hesekê bi hevkariya Şaredariya Gel û saziyên civaka sivîl kampanyaya paqijkirina bajar da destpêkirin.

Li Hesekê kampanyaya paqijiyê
Li Hesekê kampanyaya paqijiyê
Li Hesekê kampanyaya paqijiyê
Li Hesekê kampanyaya paqijiyê
Li Hesekê kampanyaya paqijiyê
Li Hesekê kampanyaya paqijiyê
Li Hesekê kampanyaya paqijiyê
12 nîsan, 2025   12:58
HESEKÊ

Meclisa Bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi hevkariya Şaredariya Gel û saziyên sivîl ên bajêr bi dirûşma "Em kolanên xwe paqij bikin û bajarê xwe bikin mînak" îro kampanyayeke berfireh a paqijiyê da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de îro taxa Eskerî ya li navenda Hesekê hate paqijkirin.

Armanca kampanyayê berhevkirin û paqijkirina gemar û bermahiyên li kolanan, her wiha belavkirina çanda hevkariya civakî di navbera şêniyan û saziyan de û hişyarkirina şêniyan têkildarî paqijiyê û parastina jîngehê ye.

Meclisa Bajarê Hesekê bang li şêniyan kir ku hevkariyê bikin û hefteyên bê jî beşdarî kampanyayê bibin.

(k)

ANHA