Hejmara miriyên ketina balafira Amerîkayê li Iraqê derket 6 kesan

Artêşa Amerîkayê ragihand ku di encama ketina balafireke sotemeniyê ya Amerîkayê li rojavayê Iraqê de 6 kes mirin.

Hejmara miriyên ketina balafira Amerîkayê li Iraqê derket 6 kesan
13 adar, 2026   20:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Amerîkayê daxuyand ku 6 endamên tîma balafireke sotemeniyê ya li rojavayê Iraqê ketiye xwarê mirine, bi wê re hejmara Amerîkiyên ji destpêka şerê wê yê bi Îranê re ya ji 28ˊê Sibatê ve derket 13 kesan.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de got, "6 endamên tîmê hemû yên di balafira KC-135ˊan a Amerîkî de ku li rojavayê Iraqê ketibû, mirine." Artêşê berê ragihandibû ku 4 endamên tîmê mirine û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

CENTCOMˊê dubare diyar kir ku ketina balafirê ne ji ber sedema êrişa dijber an jî êrişa dostane bû, hûrgiliyên bûyerên hîna di lêpirsînên de ne.

(fr)