Îsraîlê li dijî Îranê 7600 û li dijî Lubnanê 1100 êriş pêk anîne

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji destpêka êrişan ve li dijî Îranê 7600 û li dijî Lubnanê 1100 êriş li nuqteyên leşkerî û hedefên girêdayî bernameya mûşekan a Îranê û yekîneyên girêdayî Hizbullahê pêk anîne.

Îsraîlê li dijî Îranê 7600 û li dijî Lubnanê 1100 êriş pêk anîne
13 adar, 2026   20:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê daxuyand ku ji destpêka êrişa li dijî Îranê wê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) 7600 caran êriş pêk anîne û ji destpêkirina êrişa li dijî Hizbullahê ya di 2ˊê Adarê de 1100 caran êriş pêk aniye.

Artêşê bi daxuyaniyekê diyar kir ku "wê li seranserî Îranê 7600 êriş pêk anîne, li dijî Lubnanê jî zêdetirî 1100 êriş pêk aniye.

(fr)