Derengketina mûçeyan li dezgehên hikûmeta demkî

Ji ber derengketina dayîna mûçeyan, jiyana karmend û xebatkarên li Sûriyeyê dijwar bûye û êşa malbatên zêde bûye.

Derengketina mûçeyan li dezgehên hikûmeta demkî
14 adar, 2026   06:06
ŞAM

Li dehan sazî û dezgehên giştî yên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dayîna meaşên karmendan dereng maye, tevî ku nêzîkî 18 roj ji ser dema dayîna mûçeyan re derbas bûye. Ev yek di meha Remezanê de bi hezaran karmend bê pere hiştine.

Li gorî karmendên çend saziyan, hewldanên wan ên ji bo lêpirsîna sedemên derengketinê bê bersivên zelal mane.

Karmendê bi navê Anas Cuma diyar kir ku rêvebirên beşên darayî yên li hin saziyan bersivên zelal nedane. Cuma destnîşan kir ku şiroveyên ku belav dibin ji hev cûda ne, hin kes dibêjin ku bernameyên dayinê ji Wezareta Darayî re hatine şandin, hinên din derengketinê bi kêmbûna pereyên di xezîneya dewletê de ve girê didin. Hinên din jî behsa şaşiyek di sepana "Sham Cash" de dikin.

Li gundewarê Şamê, çavkaniyên herêmî ragihand ku hejmarek mamosteyên li herêma El Malihayê ji rêveberiyên dibistanên xwe re ragihandiye ku ew heta ku mûçeyên wan neyên dayîn nikarin kar berdewam bikin.

Karkera bi navê Nesrîn Cozêf behsa newekhaviya di mekanîzmayên belavkirina mûçeyan de di nav hin saziyan de kir. Nesrîn destnîşan kir ku karkerên bi girêbest ên ji Idlibê mûçeyên xwe bi dolarên Amerîkî, ji 700 dolar heta 3 hezar dolar, werdigirin, di heman demê de karmendên daîmî yên di saziyên hikûmetê de hîn mûçeyên xwe wernegirtine, tevî ku mûçeyên wan ên giştî bi qasî 1.2 mîlyon lîreyên Sûriyeyî ye.

Pispor û çavdêrên rewşa lêçûna jiyanê dibêjin ku derengketina dayina mûçeyan di meha Remezanê de pêk hat, ew e bû sedma zêdebûna bihayên xwarinê. Hat diyarkirin ku biha li gorî sala borî ji sedî 50 zêdetir bûye.

Pisporan diyar kir ku pirsgirêk ne tenê bi zêdebûna bihayan ve sînordar e, lê ji ber derengketina mûçeyan rewşa jiyanê di nav malbatan de xerabtir dibe, ku gelek malbat neçar mane ku kirînên xwe kêm bikin.

(k)

ANHA