Gundekî Duhokê hat bombebarankirin
Artêşa Tirk a dagirker derdora gundekî Amêdiyê yê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Sergelê yê Amêdiyê yê Duhokê bi dijwarî bombebaran kir.
Li gorî ajansa Rojnewsˊê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecihî, di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker li derdora Sergelê de zirareke mezin bi mal û binesaziyan bû. Lê tu agahiyên li ser windahiyan bi dest neketin.
(fr)