Civîna Desteya Kar û Barên Civakî bi dawî bû

Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya nîvê salê bi 10 encamnameyan bi dawî kir.

Civîna Desteya Kar û Barên Civakî bi dawî bû
Civîna Desteya Kar û Barên Civakî bi dawî bû
Civîna Desteya Kar û Barên Civakî bi dawî bû
Civîna Desteya Kar û Barên Civakî bi dawî bû
Civîna Desteya Kar û Barên Civakî bi dawî bû
Civîna Desteya Kar û Barên Civakî bi dawî bû
Civîna Desteya Kar û Barên Civakî bi dawî bû
Civîna Desteya Kar û Barên Civakî bi dawî bû
14 tîrmeh 2024   19:57
REQA

Ji bo nîqaşkirina rewşên siyasî û rêxistinî û derxistina encamnameyekê, Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya desteyê ya Reqayê civîna nîvê salê li dar xist.

Di civînê de hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî Hisên Osman rewşa siyasî şîrove kir û got: "Şîrovekirina rewşa siyasî bi hevrûkirina rewşên navneteweyî, herêmî û hundirîn dest pê dike. Em ê balê bikişînin ser rewşa siyasî ya hundirîn, her wiha balê bikişînin ser rewşa herêmî. Ji ber ku bandoreke mezin li qadê dike."

Osman wiha domand: " Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parçeyek ji vê mijarê ne û di rêveçûna çareserkirina krîza welat de em rastî zextan tên û hîna jî êriş hene û tu nîşaneyên çareserkirinê tune ne. Civata navneteweyî jî bi gelek dozên din mijûl in û doza Sûriyeyê ji bo raya giştî û li gorî hin dewletên di krîza Sûriyeyê de aktîv in mijareke navneteweyî ye."

Osman diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide ji nû ve têkiliyan bi hikumeta Şamê re deyne.

Di civînê de rêzikname hat xwendin û nîqaşkirin. Civîn li pêş dezgehên çapemeniyê girtî dewam kir.

Civîn bi gelek encamnameyan bi dawî bû. Hevseroka desteyê Îlham Hisên encamname xwend û wiha ye:

Piştî erêkirina li ser qanûna kar û barên civakî ji hêla Meclisa Gelan ve avakirina meclisên kar û barên civakî.

Lezkirina derxistina forma nû ya yekgirtî ji bo kartên astengdaran, xwespartina li sinifandina taybet a astengdaran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo proje û xizmetguzariyên girêdayî wan wan bidin pêş û hevkarî bi rêxistinên têkildar re were kirin.

Şopandina xebata nivîsgehên baldariya civakî û vekirina nivîsgehên nû li kantonên hewcedar.

Xebitîna li ser zêdekirina xizmetguzariyan li kampan bi rêya hevkariya bi rêxistinên tê de dixebitin û rêxistinên nû ber bi kampan ve werin şandin.

Bi hevkariya desteyên têkildarî re hemleyên hişyariyê li ser bikarhêner, belavkerên hişbirê, zewicandina temenê biçûk û pirzewacî di kampan de werin lidarxistin.

Gerên meydanî li kampên Efrîn û Şehba û tevahî kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin lidarxistin.

Şopandina vekirina krediyên darayî yên ji bo saziyên nû û projeyên fînansekirinê yên ji hêla darayî ve di 2023ˊyan de hatine erêkirin.

Divê desteyên kar û barên civakî jinên ji kampa Holê derdikevin yekser bişopînin.Bi desteyên tenduristî, perwerde û şaredariyan rel i tevahî kantonan ji bo piştgiriya kampan hevkarî were kirin.

Mekanîmzayeke nû ji bo xebata nivîsgehên kar li kantonan were dîtin û mekanîzmaya erkdarkirinê were yekkirin.

(fr)

ANHA