Îro entegrasyona hêzên YBŞ’ê û hikûmeta Iraqê tê ragihandin

Di çarçoveya hewldanên ji bo naskirina bi hêza parastin û mafên civaka Êzidî de, îro tê daxuyaniyeke hevpar ya entegrasyona hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) li gel dezgehên ewlehiyê yên hikûmeta Iraqê were ragihandin.

Îro entegrasyona hêzên YBŞ’ê û hikûmeta Iraqê tê ragihandin
26 cotmeh, 2026   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev daxuyaniya hevpar wê li Çiyayê Şengalê were dayîn û endamên fermandariya YBŞ, YJŞ û artêşa Iraqê tê de beşdar bibin.

Li gorî ajansa Rojnewsê wê îro daxuyaniya hevpar ya entegrasyonê bi (tevlîbûna fermî ya qanûnî) Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ye li gel dezgehên ewlehiyê yên Iraqê ye, bê ragihandina.

Amadekariyên ji bo merasîma fermî ya ragihandinê bi temamî bi dawî bûne û di saetên pêş de, daxuyaniya hevpar a her du aliyan wê were dayîn.

(ha)