Girtiya Efrînî piştî 32 salan hat berdan û tê dersênorkirin

Lamîa Asu ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê dihat ragirtin û piştî 32 salan hate berdan, tê dersînorkirin.

Girtiya Efrînî piştî 32 salan hat berdan û tê dersênorkirin
8 cotmeh, 2025   16:46
 NAVENDA NÛÇEYAN

Lamîa Asu ya ji bajarê Efrînê a dagirker  ku di sala 1992’yan de li bajarê Sêrtê a bakurê kurdistanê hatibû girtin, piştî 32 salan hate berdan.

Lamîa Asu ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê dihat ragirtin, piştî tehliyebûnê birin Navenda Paşveşandinê (GGM) ya Harmandali ya Îdareya Koçê ya bajarê Îzmîrê a Tirkiyê.

Tehliyeya Lamîa Asuyê carekê bi hinceta “muxalefeta li dijî memûran” 7 meh û 15 rojan û du caran jî bi heman hincetê ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin.

 Lamîa Asu ku di 6’ê Cotmehê de hate berdan, birin GGM’a Harmandaliyê.