Li Siwêdayê 2 çalakiyên piştgiriya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Xelkê Siwêdayê li dijî êriş û ambgaroya hêzên hikumeta veguhêz bi 2 çalakiyan piştgirî da xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û diyar kir ku "Ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ambargoya li ser Siwêdayê ye."

8 cotmeh, 2025   16:33
SIWÊDA

Bi sedan xelkê bajarê Siwêda û gundewarê wê ji bo piştgiriya şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, şermezarkirina ambargoyê û êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên dijî her du taxan ên beriya 2 rojan, 2 çalakî li dar xistin.

Ev çalakî li ser banga çalakger û aliyên siyasî yên bajêr û gundewarê wê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de xelkê herêmê li qadên Keramê û Şehba kom bûn, alên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û pankartên bi diruşmên "Çarenûsa Sûriyeyiyan yek e", "ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşreifyê ambargoya li ser Siwêdayê ye", "Kî gelê xwe dorpêç bike ne hikumet e, çete ye", "Bijî berxwedana QSDˊê" hatin hildan.

Organîzetorên çalakiyan diyar kir ku ev tevger bersivdana xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji ber ku xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema êrişên hêzên hikumeta veguhêz û komên çekdar li ser Siwêdayê û gundewarê de piştgirî da wan.

Organîzetoran got ev çalakî li dijî êriş û ambargoya li ser sivîlên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ji hêla hêzên hikumeta veguhêz ve, hatin lidarxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên hikumetê tevahî ketin û derketinên her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di 6ˊê Cotmeha 2025ˊan de saet 17:00ˊan girtibûn. Dûre xelkê her du taxan ji bo vekirina rêyên ketin û derketinan daketin qadan. Lê hêzên hikumetê bi gaza îsotê û guleyan êrişî wan kir. Di encamê de sivîlek şehîd bû û nêzî 60 kesî birîndar bûn.

(fr) 

ANHA