Geşedanên li Sûriyeyê û Îranê rojevên medyayê ne

Medyaya Erebî nivîsî ku Sûriyeyê di qonaxek hesas re derbas dibe ji ber ku ew hewl dide aramiyê xurt bike û saziyên dewletê ji nû ve ava bike, di nav pirsgirêkên navxweyî û bandorên derveyî yên berdewam de. Medyayê her weha destnîşan kir ku rageşiya berdewam di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA( û Îsraîlê de ji aliyekî ve, û Îranê ji aliyê din ve, rewşek hilweşîna domdar nîşan dide ku çareseriyek xuya nake.

Geşedanên li Sûriyeyê û Îranê rojevên medyayê ne
5 gulan, 2026   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Erebî îro li ser rewşa heyî ya Sûriyeyê, pirsgirêka Îranê û nakokiyên navneteweyî nivîsîn.

SÛRIYE XWE DÛR DIXE: NE SERDEST Û NE BINDEST?

Malpera "Asas Media" nivîsand ku Sûriye hewl dide ku cihê xwe li herêmê ji nû ve diyar bike, ji ber ku ew di dîrokê de, dewletek bihêz bû bandorê li derdora xwe dikir, lê di kêliyên qelsiyê de, ew dibe qadeke destwerdana biyanî.

Malperê destnîşan kir ku "Sûriyeya nû" li hevsengiyê digere, armanc dike ku ne hêzek serdest be û ne jî di bin bandora biyanî de be.

Ji aliyê herêmî ve, sînorên Sûriyeyê bi eşkereyî ne asê ne, li aliyê rojhilat rageşî bi komên girêdayî Heşda Şabî ve zêde dibin. Urdun êrişên li dijî torên qaçaxçîtiyê pêk tîne, û têkiliyên bi Lubnanê re hîn jî girêdayî aloziyên siyasî û ewlehiyê yên tevlihev e.

Îstîxbarata DYA`ê behsa zirara kêm li ser bernameya nukleerî ya Îranê kir

 Di pevçûna DYA-Îsraîlê ya li dijî Îranê de, Reuters ji ser zimanê çavkaniyên îstîxbarata DYA`ê nivîsî ku êrişên ji hêla DYA`ê ve bi hevrêziya bi Îsraîlê re hatine kirin, hêza Îranê ya çêkirina çekek nukleerî neguherandiye, her çend wan ew ji bo demek sînorkirî ku di navbera 9 mehan û salekê de tê texmîn kirin, kêm kir.

Li gorî daneyan hîna uranyuma dewlemendkirî li Îranê heye û tesîsên wê li deverên bi hêz û asê ên bin erdê hene, ev yek dihêle ku zehmet be ku bernameya wê ya nukleerî bi tenê bi êrîiên hewayî bêbandor bibe.

JI BO KU KONSEYA HEVKARIYA KENDAVÊ BIBE YEKÎTIYEK

Rojnameya El Ray banga pêşxistina Konseya Hevkariya Kendavê û veguherîna wê bo yekîtiyek mîna Yekîtiya Ewropî ki.

Ji ber kirîzên krîzên dawî giraniya stratejîk û aborî ya zêde ya dewletên Kendavê nîşan dan, û bandora wan a rasterast li ser aboriya cîhanî diyar kir.

(k)