‘Parêzvanê hunera qewaxiyê’ jiyana xwe ji dest da

Mîsak Antonîk Bedros ku wek parêzvanê hunera qewaxiyê li Qamişloyê tê naskirin, piştî rêwîtiya 67 salan a di vê hunerê de, jiyana xwe ji dest da.

‘Parêzvanê hunera qewaxiyê’ jiyana xwe ji dest da
‘Parêzvanê hunera qewaxiyê’ jiyana xwe ji dest da
‘Parêzvanê hunera qewaxiyê’ jiyana xwe ji dest da
‘Parêzvanê hunera qewaxiyê’ jiyana xwe ji dest da
5 gulan, 2026   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Mîsak Antonîk Bedros ku wek ‘parêzvanê hunera qewaxiyê li Qamişloyê’ tê naskirin, piştî rêwîtiya 67 salan a di vê karî de duh (4 Gulan 2026) jiyana xwe ji dest da.

Mîsak Antonîk Bedros ji navçeya Norşîn a Bedlîsê ye û malbata wî ji ber komkujiya Osmaniyan a li dijî Ermenan a ji sala 1915'an heta sala 1917’an, neçar ma koçberî bajarê Qamişloyê bibe. Bedros 65 salên xwe bi çêkirina dîzikan (kûz) derbas kirine û ev pîşeya ji bavê xwe hîn bûye, hînî 3 kurên xwe jî kiriye.

Di sala 2020'an de ajansa me nûçeyek li ser jiyan û hunera Mîsak Antonîk Bedros weşandibû.

Bedros gotibû wî di 12 saliya xwe de dest bi vê pîşeyê kiriye û wekî ku dest bi çîrokekê bike, serpêhatiya xwe anîbû ser ziman: “Bavê min ev kar hînî min kir. Bapîrê min hînî wî kiriye û ew jî ji bavê xwe hîn bûye. Anku ev 450 sal e ev pîşe di nava malbata me de berdewam dike. Şecereyeke malbata me hebû û sulaleya me tê de nivîsandî bû. Min jî hînî zarokên xwe kir. Tenê yek bi qasî ku bibe hosta, hîn bûye. Yên din jî dizanin heriyê amade bikin û di firneyê de sor bikin. Hin karên ku kurên min nikarin bikin, hê jî ez dikim.”

Berdos di wê hevdîtinê de destnîşan dike ku her cure ax ji bo karê wan nabe, axa bi navê “bilûn” tê zanîn, bi kar tînin û wiha pê de çûbû: “Axa ku ji bo dîzikan kêrhatî ye, em peyda dikin û tînin. Em ewilî axê dişon û piştre bi pêyên xwe distrên. Paşê jî em bi destan distrên û datînin ser alava zivirandinê da ku teşe bidinê.”

Kurê Bedros, Anton Mîsak Antonîk jî heman nûçeyê de diyar dike ku hunera qewaxiyê ji bavê xwe hîn bûye û dibêje: “Ez kurê Mîsak im. Ez vî karî ji bavê xwe hîn bûm. Em ji komkujiya Ermenan reviyan û hatin vir. Ev 25 sal e ez vî karî bi 2 birayên xw re dikim. Ev pîşe ji pêşiyên me, ji me re ma. Ji ber ku bavê min kal bûye, êdî em dixebitin.”

Anton têkildarî karê xwe yê rojane jî wiha dibêje: “Saetên diyarkirî ji bo tune ne, li gorî hewcedariyê ye. Em li ser daxwazan dixebitin. Bazirgan tên û daxwazên xwe dibêjin. Em tiştên wekî cêrên dawetan, cêrên avê û guldankan çêdikin. Cêr bi giştî ji bo avê tên bikaranîn û mesela dema ku kesek ji leşkeriyê vegere yan jî hêviyeke wan pêk were, cêran distînin. Her wiha kesên ku dîzikên mezin ên avê dixwazin jî hene. Ji ber ku di dizîkê de oksîjen heye, nahêle av xira bibe.”

Mîsak Antonîk Bedros gotibû li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî yên qewaxiyê didomînin bi tenê ew mane.

(bb)

ANHA