Tevgera Azadiyê: Çareseriya rast bi naskirina muxatabiyeta hiqûqî ya Rêber Apo pêkan e

Tevgera Azadiyê diyar kir ku ji bo ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêş bikeve divê Rêber Apo wekî muxatabê fermî bê dîtin û bi vî awayî wê derkeve holê ka di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de dewlet xwedî îrade ye an na. Pevajoyeke rast a çareseriyê ancax bi naskirina muxatabtiya hiqûqî ya Rêber Apo dikare dest pê bike.

Tevgera Azadiyê: Çareseriya rast bi naskirina muxatabiyeta hiqûqî ya Rêber Apo pêkan e
5 gulan, 2026   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveveberiya Tevgera Azadiyê bi minasebeta yekemin salvegera Kongeraya 12’an a fesixkirina PKK’ê û têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Qadên Parastina Medya civînek çapemeniyê li dar xist. 

Di civînê de Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu û Endama Konseya Serokatiyê ya KCK’ê Sozdar Avesta amade bûn. Daxuyanî bi zimanê Tirkî ji aliyê Mustafa Karasû, ya bi Kurdî jî, ji aliyê Sozdar Avesta ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

Em vê civînê di rojên di navbera 5-7 Gulanê de, yanî di salvegera Kongreya 12’emîn a PKK’ê de li dar dixin. Li ser biryara me ya fesixkirina PKK’ê û bi dawîkirina têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê re salek derbas bû. Di nava salekê de çi hate jiyîn em dixwazin binirxînin. Di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de Tevgera Azadiyê çi kir, dewleta Tirk çi kir? Em ê hewil bidin bersiva pirsên ku raya giştî mereq dike bidin.

Rêber Apo di banga xwe ya 27’ê Sibata 2025’an de şert û mercên derketina PKK’ê û sedemên wê danî holê. Rêbertî, girêdayî encama pêşketinên ku di nava 50 salan de derketine holê, ji PKK’ê xwest ku xwe fesix bike û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bidawî bike. Tevgera me, piştî vê bangê 1’ê Adarê agirbesta yek alî ragihand.

Piştî vê bangê gelek derdor û şexsiyetan diyar kirin ku dê PKK li gorî vê tevnegere. PKK’ya ku wekî tevgera Rêbertî derketiye holê, PKK’ya ku li ser xeta Rêbertî têkoşîn dike û pêş dikeve, di demeke kurt de kongreya xwe kom kir. PKK’ê bêyî teredût banga Rêbertiyê xist meriteyê; di vê çarçoveyê de bieryara fesixkirina PKK’ê girt û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî kir. Di encamê de hate gotin ku ancax Rêber Apo dikare van biryaran têxe pratîkê û wekî sermuzakerevan dikare pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşîne.

Rêber Apo ji 1993’yan heya roja me ya îro çendîn car agirbestên yek alî îlan kirin ku bikare bi awayekî demokratîk pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd veke. Ji bo vê pêşniyarên çareseriyê pêş xistine, bi maqul-aqilan e nêzîk bûye ku li dinyayê heya niha nêzîkatiyek bi vî rengî nehatiye dîtin. Lê dewleta Tirk, ji ber ku wê demê xwediya çareseriyeke polîtîk nebû, ev hewildan bê encam man. Serokê giştî yê MHP’ê û şirîkê desthata heyî Devlet Bahçelî 22’yê Cotmeha 2024’an bang kir. Rêber Apo jî bi îhtîmala ku ji nava dewletê îradeya çareseriyê pêş bikeve bersiveke erênî da vê bangê.

Tevgera me ya azadiyê, ji ber ku ji hêza çareseriya Rêber Apo bawer dike, bgiryarên wisa pir radîkal ên wekî fesixkirina PKK’ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî girtin. Ancax gavên wiha mezin dikarin pêşiya çareseriyeke demokratîk vekin. Di vê mijarê de me xwest îrade û biryardariya xwe nîşan bidin. Ji ber vê Hevseroka me ya Konseya Rêvebir a KCK’ê Besê Hozat, 11’ê Tîrmeha 2025’an bi 30 hevalên me yên gerîla re çekên xwe şewitandin. Bi vî awayî hate îspatkirin ku dema şertên guncav ên siyasî bi gavên pêwîst ên hiquqî bêne avakirin, bi hezaran gerîla jî wê çekên xwe deynin. Jixwe wê demê Devlet Bahçelî jî di vê çarçoveyê de axivî û got diviyabû ew kesên ku çek şewitandine bi derxistina qanûnên pêwîst berê xwe bidana Tirkiyeyê. Devlet Bahçelî bi vî awayî vegera li Tirkiyeyê wê çawa bibe danîbû holê.

Wekî Tevgera Azadiyê, ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî û ji bo bikarin îradeya xwe ya çareseriya siyasî-demokratîk deynin holê, me hêzên xwe yên di nava sînorên Tirkiyeyê de derxistin derveyî sînor. Me li Qadên Parastina Medya hin mewziyên xwe jî ji ber pevçûnên muhtemel vala kirin. Dîsa 2017’an me hin rêvebirên MÎT’ê yên ku me dîl girtibûn jî teslîm kir.

Me ev gav hemû ji bo avêtina gavên siyasî û hiquqî pêş xistin ku bikarin xwe bigihînin çareseriya siyasî-demokratîk. Di vê pêvajoyê de li Îmraliyê bi Rêbertiya me re hin hevdîtin hatine çêkirin û derfet çêbûn ku li Qadên Parastina Medya hin şehîdên me bên wergritin. Lê ji bilî van mijaran, heya niha gaveke cudatir nehatiye avêtin.

Me her tim ji bo çareseriya siyasî-demokratîk, raya giştî ya Kurd amade kir û peyamên erênî dan gelên Tirkiyeyê, em di vê mijarê de hesas nêzîk bûn, lê hin berdevkên desthilat û çapemeniya nêzîkî desthilatê, berdin amadekirina raya giştî, berevajî wê ji bo avakirina hest û fikrên neyînî kar kirine, helwest raber kirine. Nêzîkatiya neyînî ya li hemberî muxalefetê jî bûye sedem ku ji pêvajoyê re desteka civakî zêde nebe.

Me komîsyona ku li meclîsê hatiye avakirin erênî dît. Ancax pêvajoya amadekirina raporê pir dirêj bû û raya giştî baş nehate amadekirin. Tevî ku muxatabê esas Rêbertiya me ye û aliyê çareseriyê ye jî, di vê pêvajoyê de komîsyona meclîsê bi Rêbertiya me re tenê yek carê hevdîtin kiriye. Di encamê de komîsyona meclîsê raporek amade kir. Rexmî hemû kêmasiyên xwe jî ev rapor di pratîkê de dikare bandorên erênî bide çêkirin. Lê hîn jî feraset û pêşniyarên di raporê de pratîze nebûne. Ev jî wisa nîşan dide ku desthilat, bi awayekî rast û samîmî nêzîkî pêvajoya aştî û civaka demokratîk nabe.

Rêber Apo ev pêvajo 27’ê Sibata 2025’an bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin û tempoya wê bilid kir. Rêber Apo dixwaze serdema pevçûn û rageşiya sed salan a di navbera Tirkiye û gelê Kurd de xilas bike ku komareke demokratîk derkeve holê, bi riya Entegrasyona Demokratîk pirsgirêka Kurd çareser bibe. Armanc jî, hewildan jî di vê çarçoveyê de pêş dikevin. Ancax Rêber Apo ji bo bikare di pêkanîna armanceke wiha de rola xwe bilîze divê wekî muxatabê fermî bê dîtin. Bi vî awayî wê derkeve holê ka di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de dewlet xwedî îrade ye an na. Pevajoyeke rast a çareseriyê ancax bi naskirina muxatabtiya hiqûqî ya Rêber Apo dikare dest pê bike, bi diyarkirina vê statûyê dibe.

Rêber Apo ji bo ku hevdîtinên têne kirin û tiştên têne gotin bi watedar û encamgir bibin, gelek caran qala zelalkirina statûya xwe kiriye. Ger ku cihê Rêber Apo ji hêla qanûnî û siyasî ve diyar bibe û bi derdorên cuda re bikare li ser vê esasê hevdîtinan bike, wê demê dikare bi awayekî encamgir rola xwe bilîze.  Hekena Rêber Apo bi hevdtinên ku dem bi dem bi şandeyê re dike nikare rola xwe ya esasî bilîze; jixwe di rewşeke wiha de ne mimkûne rola xwe bilîze jî.

Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye û Rêber Apo jî di asta yekemîn de muxatabê vê pirsgirêkê ye. Nêzîkatiya heyî ya beramberî Rêber Apo nîşan dide ku ev pirsgirêka sed salî û çareseriya wê rast nayê bi dest girtin. Rexmî ku ev rastî li holê ye, gotinên serokê meclîsê, gotinên rayedarên AKP’ê ku dibêjin pêvajo dimeşe, xitimandinek nîne rewşa heyî îfade nake. Kengî statûya Rêber Apo diyar bibe, kengî Rêber Apo bikare xwe bigihîne şertên xebata azad, wê demê dikarin qala pêşketina pêvajoyê bikin. Ancax di rewşeke wiha de wê gelê Kurd û raya giştî ji pêşketina pêvajoyê bawer bike û desteka pêvajoyê bi awayekî lez zêde bibe.

Ji bo ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêş bikeve divê bi biryareke siyasî statûya Rêber Apo bê diyarkirin, dîsa ji bo ku siyaseta demokratîk bi awayekî azad pêş bikeve, divê gavên qanûnî bêne avêtin. Bi temamî çek danîn û ketina nava siyaseta demokratîk bi avêtina gavên hiqûqî dibe. Ev rastî ji destpêka pêvajoyê heya niha ji hêla hemû derdoran ve tê zanîn. Ji ber vê li ser gavên qanûnî û pergala hiqûqî nîqaş hene. Di encamê de ew gotinên ku avêtina gavên hiqûqî “bi tespît û teyîtkirina danîna çekan ve girê didin” rastiyê îfade nakin. Ev nêzîkatî serê raya giştî zêdetir tevlihev dike. Tu dibêjî qey ji bo siyaseta demokratîk bi awayekî azad pêş bikeve û ji bo azadiya gotin û xwe birêxistinkirinê qanûn hatine derxistin, lê aliyê din gotiye em çek bernadin, em nayên! Berevajî wê, Rêber Apo ji bo ku veger bi awayekî lez pêş bikevin xwest zemîna qanûnî û hiqûqî bê amadekirin. Di esas de rayedaran gotibûn wê piştî cejnê gavên hiqûqî bêne avêtin, ancax hê jî ji bo pêşketina pêvajoyê gavên qanûnî yên pêwîst nehatine avêtin.

Me, wekî Tevgera Azadiya Kurd di kongreya ku PKK hate fesixkirin û li dijî Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî hate bi dawîkirin de, biryar girt ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji hêla Rêber Apo ve bê meşandin. Sermuzakerevan û pêşengê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Divê li gorî vê rastiyê wekî muxatabê esasî rewşa siyasî ya Rêber Apo diyar bibe û bikare xwe bigihîne şertên xebata azad. Ev pêvajo, ancax bi vî awayî dikare rast bê meşandin û dikare biçe encamê. Di vê pêvajoyê de me tiştên pêwîst kirin, heta kes li bendê nebû ku em di vê astê de gav biavêjin. Êdî ji bo ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk biçe encamê divê statûya Rêber Apo bê diyarkirin, gavên qanûnî û hiqûqî bêne avêtin. Xwestek û bendewariya gelê me jî, hêzên demokratîk û ya me jî ev e.”