Gerînendetiya Avê: Pirsgirêka avê ji sedî 80 çareser bûye

Gerînendetiya Avê ya Qamişloyê ragihand ku pirsgirêka avê ji sedî 80 çareser bûye û diyar kir ku ev pirsgirêk dê di nava çend rojên bê de bi temamî çareser bibe.

Gerînendetiya Avê: Pirsgirêka avê ji sedî 80 çareser bûye
17 hezîran 2024   14:50
QAMIŞLO

Gerînendetiya Avê ya Qamişloyê der barê pirsgirêka avê ya li bajar de civîneke çapemeniyê li ber avahiya gerînendetiyê ya li taxa Suryan li dar xist. Hevşaredara Qamişloyê Emel Şemdîn bi zimanê kurdî û berdevkê Komîteya Rewşa Awarte ya Çareserkirina Pirsgirêka Avê Mesûd Yûsif bi zimanê erebî  sedemên qutbûna avê û hewldanên çareseriyê vegotin.

Kesên axivîn sedema qutbûna avê li Qamişloyê spartin qutbûna ceyranê ji stasyonên sereke, pirsgirêkên teknîk, pirsgirêkên hemahengiyê di navbera saziyên têkildar ên şaredariyê û gerînendetiya avê de, her wiha pirsgirêkên di xetên sereke yên dayîna avê de.

Hate gotin di serî de şaredarî, bi hevkariya hin saziyên Rêveberiya Xweser pirsgirkêa avê ji sedî 80 çareser bûye. Her wiha hate diyarkirin ku heta niha av negihaştiya taxa Hilêliyê, bi taybetî Komîna Şehîd Salih û Komîna Şehîd Hebûn.

Hate diyarkirin ku pirsgirêka avê ya li Hilêliyê dê di nava 3-4 rojan de were çareserkirin.

Axêveran diyar kir ku heta pirsgirêka avê bi temamî çareser bibe, dê avê bi rêya tankerên avê bigihînin şêniyan.

(bb)

ANHA