Li Til Avîvê êrişa bi kêran

Li Til Avîvê di êrişeke bi kêran de jinek îsraîlî hat kuştin û 4 kes birîndar bûn. Êrişkar jî hat kuştin.

Li Til Avîvê êrişa bi kêran
4 tebax 2024   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya îsraîlî ragihand ku li herêma Helûn a nêzî bajarê Til Avîvê êrişeke bi kêran hat kirin. Hate diyarkirin ku di êrişê de jineke îsraîlê mir û 4 kes birîndar bûn. 

Êrişkar jî ji aliyê polîsên îsraîlê ve li cihê bûyerê kuştin.

(bb)