Gel û ajokaran bertek nîşanî bilindbûna buhayê benzînê dan

Rêveberiya Sotemeniyê ya Cizîrê diyar kir ji ber para wan a benzînê kêm bûye, xebatên entegrasyonê û pêşîgirtina li qaçaxçîtiyê buhayê benzînê bilind kirine. Ajokaran û gel jî bertek nîşanî vê biryarê da û got ev zêdetirî taqeta wan e.

Gel û ajokaran bertek nîşanî bilindbûna buhayê benzînê dan
22 hezîran, 2026   11:58
QAMIŞLO

Duh (21 Hezîran) Rêveberiya Sotemeniyê ya Cizîrê diyar kir ku buhayê benzîna veguhestinê ji 450 hezar lîreyên Sûriyeyê bûye 55 sentên amerîkî. Buhayê benzîna serbest jî ji 5 hezar û 650 lîreyî bû yek dolar.

Mazota xizmetguzariyê (jenerator û firinên giştî) ya Rêveberiya Xweser bi 125 lîreyî ye. Lê mazota bazara serbest di navbera 75-88 sentan de ye. Gelek xwediyên jeneratorên ku mazota xwe ji bazara serbest digirin, jeneratoran rawestînin.

Li gorî agahiyên çavkaniyekê dane ajansa me, sedemên bihabûna benzînê ev in; şîrketeke Amerîkayê kar û barên benzînê girtiye ser xwe û para herêmê kêm bûye. Dîsa bandora mijara entegrasyonê heye, gelek xebat ji ber vê niha rawestiyane.

Yek ji sedemên din jî pêşîlêgirtina gendeliyê ye. Ajokarên teksiyan benzînê bi buhayekî erzan ji herêma Rêveberiya Xweser digirin û li herêmên din biha difiroşin.

BERTEKA GEL Û AJOKARAN

Ajokarê bi navê Serdar Mihemed bertek nîşanî bilindbûna buhayê benzînê da û got: “Îro benzîn lîtreya wê bûye 8000-8500 lîre. Ka em ê çawa buhayê rêwîtiyan diyar bikin? Yanî eger em li gorî nirxê benzînê diyar bikin, dê nirxê çûyîna rêwiyan bibe 20 hezar. Ka çawa dê rêwî bikarin kirya wê bidin. Ka li ser çi esasî ev biryar dane. Jixwe benzîna me ne paqij e, wesayît pirsgirêk pêre çêdibin. Ka em ê çawa kar bikin, ka bila li gorî vê giraniyê nirxê rêwiyan ji me re diyar bikin. Em dixwazin dîsa weke berê lê bê.”

Ajokar Serdar diyar kir ku dibêjin ajokar qaçaxçitiyê dikin û wiha bersiv da: “Ev di asteke kêm de tê kirin. Lê niha em tevahî jê bandor dibin. Dibe ku hinek bi rêya benzînxaneyan qaçaxçîtiyê dikin, ev ne giştî ye.”

Ajokar Ciwan Cudî jî da zanîn ku bilindkirina buhayê benzînê ji wan re pir zehmet e û wiha axivî: “Niha tenê hezarek, 2 hezar bilind kiribûna dîsa asayî bû. Her sê rojan ez ê 630 hezarî bidim benzînê. Îro her teksiyek malbatek di stûyê wê de ye. Ka dê çawa heqê benzînê bidin, dê bi çi biçin sînaa, dê ji ku mezaxtina xwe derxe. Ajokar dikare kirya rêwiyan zêde bike, lê dê gel çawa bide?”

Rêwiyê bi navê Behzat Ebdulfetan jî bertek nîşanî bihakirina benzîn û mazotê da û got: “Mirov diçe sûkê sûk vala ye. Êdî gel newêre biçe sûkê. Hema kesek dikandar be, dê her roj 40 hezar bide ji bo biçe xwarinê bixwe û vegere. Wê çi bide kirê, çi bide ampêran? Êdî gel nikare debarê bike. Rêveber jî dizanin ku rewş ji zêdeyî taqeta gel e.”

(bî)

ANHA