Bawernameyên Lubnanê nas kirine lê pirsgirêka bawernameyên zanîngehên Rojava çareser nebûye

Meclisa Xwendina Bilind a Hikumeta demkî ya Sûriyeyê biryara naskirina bawernameyên ku ji hêla zanîngehên Lubnanê ve hatine dayîn da, lê pirsgirêka naskirina bawernameyên zanîngehên Rêveberiya Xweser hê jî çareser nebûye.

Bawernameyên Lubnanê nas kirine lê pirsgirêka bawernameyên zanîngehên Rojava çareser nebûye
22 hezîran, 2026   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê xwendina bilind û lêkolînên zanistî yê hikumeta demkî Merwan El Helebî ragihand ku Meclisa Xwendina Bilind bawernameyên ji zanîngehên Lubnanê hatine dayîn, êdî nas dike. Ev gav dihêle ku xwediyên van bawernameyan sertîfîkayên fermî bistînin û li Sûriyeyê bi kar bînin.

Her çend bawernameyên ji zanîngehên Lubnanê bi fermî hatine naskirin jî, pirsgirêka bawernameyên ku ji hêla zanîngehên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatine dayîn, tevî daxwazên ji bo pejirandina wan, hîn jî çareser nebûye.

Di demên dawîn de pirsgirêka sertîfîkayên perwerdeyê li herêmên Rêveberiya Xweser hinekî çareser bûye. Wezareta Perwerdeyê ya hikumetê sertîfîkayên perwerdeya bingehîn û navîn ên ku ji hêla saziyên rêveberiyê ve hatine dayîn nas kir, ku ev yek dê dihêle ku xwendekar perwerdeya xwe di nav van saziyan de bidomînin. Lê ji bo bawernameyên zanîngehê yên zanîngehên Rojava ev mijar çareser nebûye.

Derengxistina vê dosyayê di nav bi hezaran xwendekarn de fikaran çêdike ku ew dê nekarin xwendina bilind berdewam bikin an jî bawernameyên xwe ji bo kar li saziyên fermî bi kar bînin.

(k)