Foca Agirkujiyê ya Dêrazorê 18 nuqte ji bo şewatan ava kirine

Foca Agirkujiyê ya Dêrazorê amadekariyên xwe yên ji bo parastna zeviyan ji şewatan temam kirin û 18 nuqteyên agirkujiyê bi tevahî pêwîstiyan wan li seranserî bajarokên kantonên ava kirin.

Foca Agirkujiyê ya Dêrazorê 18 nuqte ji bo şewatan ava kirine
Foca Agirkujiyê ya Dêrazorê 18 nuqte ji bo şewatan ava kirine
Foca Agirkujiyê ya Dêrazorê 18 nuqte ji bo şewatan ava kirine
Foca Agirkujiyê ya Dêrazorê 18 nuqte ji bo şewatan ava kirine
Foca Agirkujiyê ya Dêrazorê 18 nuqte ji bo şewatan ava kirine
1 hezîran, 2025   22:31
DÊRAZORÊ

Di çarçoveya amadekariyên Foca Agirkujiyê ya Dêrezorê, ji bo parastina zeviyan ji şewatan de, focê ragihand ku ew ji bo rewşeke metirsîdar û ji bo parastina zeviyan ji şewatan di serferberiyê de ne.

Foca Agirkujiyê ya kantona Dêrazorê 18 nuqteyên agirkujiyê li herêmên cuda yên gundewarê rojava, rojhilat û bakur ava kirin, her wiha di wan nuqteyan de erebeyên agirkujiyê, avlavên nûjen û kadroyên perwerdekirî hatine zêdekirin.

Rêveberê Foca Agirkujiyê ya Dêrezorê Ehmed El Mislit diyar kir ku ji bo rewşên awarte û parastina zeviyan ji şewatan amadekariyên xwe pêk anîne..

El Mislit diyar kir ku ji bilî van amadekariyan, jimarên dewriyeyan li ser platformên medyaya civakî û di nava meclisên xwecihî de hatin belavkirin, broşorên hişyariyê ji bo neavêtina dûvikên cixareyan û agir li nêzî zeviyên neyên pêxistin, hatine belavkirin.

Bi nêzîkbûna mewsima çinînê re, focê nêzî 10 şewatên li zeviyên genim û ceh hatine çandin, vemirandine.

(ac/fr)

ANHA