Festîvala Şehîd Hogir dest pê kir

Festîvala Çand, Huner û Werzîşê ya Şehîd Hogir ku ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Demokratîk a Kantona Cizîrê ve hatiye organîzekirin, dest pê kir.

Festîvala Şehîd Hogir dest pê kir
Festîvala Şehîd Hogir dest pê kir
Festîvala Şehîd Hogir dest pê kir
Festîvala Şehîd Hogir dest pê kir
Festîvala Şehîd Hogir dest pê kir
Festîvala Şehîd Hogir dest pê kir
Festîvala Şehîd Hogir dest pê kir
Festîvala Şehîd Hogir dest pê kir
Festîvala Şehîd Hogir dest pê kir
Festîvala Şehîd Hogir dest pê kir
1 mijdar, 2024   13:05
QAMIŞLO

Festîvala Çand, Huner û Werzîşê ya Şehîd Hogir a 3ˈyemîn bi dirûşma "Bi huner û werzîşê xwendekar çanda xwe mîsoger dikin" û bi tevlûbûna xwendekarên zanîngeh, peymangeh û akademiyan dest pê kir. Festîval ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Demokratîk a Kantona Cizîrê ve hatiye organîzekirin û li Stadyuma Heysem Kiço ya Qamişloyê dest pê kir.

Axaftina destpêkê ya festîvalê ji aliyê berdevka Koordînasyona Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê Jînda Ehmed ve hat kirin.

Jînda Ehmed di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku di pêvajoya şer de lidarxistina festîvalê pir bi wate ye û diyar kir ku festîvalê diyarî Rêber Abdullah Ocalan û şehîd Metîn dikin.

Di dawiya axaftina xwe de Jînda Ehmed bal kişand ser êrişên li ser ciwanan û destnîşan kir ku ciwan bi rêbazên şerên taybet tên hedefgirtin û gotinên xwe wiha domand: “Tevî ew qas êrişên giran ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xwendekar li ber xwe didin û ji dijmin re dibêjin em hene, em ê bi zanîn û bi çanda xwe, bi têkoşîn û berxwedana xwe dagirkeriyê têk bibin.”

Li ser navê malbata şehîd Metîn bavê wî Mihemed Şerîf jî bixêrhatina mêvanan kir û got: “Mirov çi bibêje têrî rastiya şehîdan û rastiya Rêberê me nake.”

Mihemed Şerîf behsa girîngiya  festîvalê jî kir û got: “Dema mirov kombûneke bi vî rengî dibîne, di vê kombûnê de tunebûna dijmin dibîne.”

Piştî axaftinan malbata şehîd Metîn ji aliyê Yektiya Xwendekaran a Kantona Cizîrê ve hate xelatkirin.

Bernameya festîvalê bi pêşbirkên xwendekaran yên zanist, muzîk, govend, helbest, şano û wênexêzî û di beşa werzîşî de jî futbol, bez, pînpon, voleybol û kişikê dewam dike.

 (bm/bb)

ANHA