Dewleta Tirk 70 koçberên sûriyeyî dersînor kirin

SOHR’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker 70 koçberên sûriyeyî neçar kirin ku kaxezên dersînorkirina bi darê zorê bi navê “vegera dilxwazî” îmze bikin û ew dersînor kirin.

Dewleta Tirk 70 koçberên sûriyeyî dersînor kirin
1 mijdar, 2024   12:21
Navenda nûçeyan

Rayedarên dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 70 koçberên sûriyeyî yên xwedî nasnameya tirkî ber bi herêmên bakurê Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de, dersînor kirin. Rayedaran li navendên ragirtinê koçber neçar kirin ku belgeyên dersînorkirina bi darê zorê îmze bikin da ku wek "vegera dilxwazî" bi nav bikin.

Li gorî SOHR’ê di 20’ê Cotmehê de jî nêzî 100 koçberên sûriyeyî di deriyên Bab El Hawa û El Selame re derbasî herêmên di bin dagirkeriya Tirk de kirine.

(k)