Fermandar Rustem Cûdî li ser gora xwe hat bibîranîn

Fermandar Rustem Cûdî di salvegera 13’emîn a şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Fermandar Rustem Cûdî li ser gora xwe hat bibîranîn
Fermandar Rustem Cûdî li ser gora xwe hat bibîranîn
Fermandar Rustem Cûdî li ser gora xwe hat bibîranîn
Fermandar Rustem Cûdî li ser gora xwe hat bibîranîn
Fermandar Rustem Cûdî li ser gora xwe hat bibîranîn
Fermandar Rustem Cûdî li ser gora xwe hat bibîranîn
Fermandar Rustem Cûdî li ser gora xwe hat bibîranîn
Fermandar Rustem Cûdî li ser gora xwe hat bibîranîn
30 îlon, 2024   16:03
HESEKÊ

Endamê Konseya Navendî ya KCK’ê û endamê Konseya Navendî û Konseya Leşkerî ya PKK’ê Fermandar Rustem Cûdî tevî endamên Konseya Leşkerî ya HPG’ê Çîçek Keçê (Kohar Cakerka), Elîşêr Koçkerî (Yucal Halis) û gerîla Dr. Amara, Amara Roj, Eşref û Nazlîcan 27’ê Îlona 2011’an di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de li herêma Xinêrê ya Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê şehîd bûbûn.

Merasîma bîranînê îro li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê  hat lidarxistin. Malbata şehîd Rustem Cûdî, nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên sazî, tevgerên jin û ciwanan û meclisên malbatên şehîdan, tevî bi dehan şêniyan bajar beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Ziwer Elî axivî. Elî şehîd Rustem Cûdî û tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û got gelê hêza xwe ji şehîdan digire meşa azadiyê didomîne.

Zîwer Elî anî ziman ku şehîd Rustem Cûdî û hevalên xwe destanên efsanewî di dîroka Kurdistanê de nîvisandin û got ev efsane di civaka Kurdistanê de tê bîranîn û bûye xeteke ku bi hezaran kes ji bo azadî û rûmetê li ser dimeşin.

Zîwer Elî heya mîsogeriya azadiyê soza şopandina xeta şehîdan û ya Rêber Abdullah Ocalan da.

‘BI YEKITÎ Û XEDÎDERKETINA LI ŞEHÎDAN DÊ SERKETIN PÊK WERE’

Birayê şehîd Rustem Cûdî Xelîl Osman bal kişand ser rola şehîdan di parastina welat û gel de û got: "Şehîd nûnerên rasteqîn in û xwediyê rêya durist in ku ji bo azadiyê heya dawiyê li ber xwe dan."

Xelîl Osman anî ziman ku bi hevgirtin û rêxistina gel û bi xwedîderketina li xeta şehîdan dê serkeftin pêk were.

Merasîm bi dirûşmên "şehîd namirin" bi dawî bû.

Rustem Cûdî (Rustem Yûsif Xelîl) sala 1965’an li gundê Xirbe Dibis ê Serêkaniyê ji dayik bûye. Piştî ku xwendina xwe ya amadehî li bajarê xwe diqedîne berê xwe dide Şamê û beşa Zanistên Çandiniyê dixwîne. Di wê demê de endamê Partiya Çep a Kurd bû. Di sala 1987’an de beşdarî paneleke Rêber Abdullah Ocalan dibe. Di panelê de PKK’ê û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas dike. Piştre tev li refên partiyê dibe. Piştî ku dewreyeke perwerdeyê li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê bi dawî dike, berê xwe dide çiyayê Kurdistanê û rêwîtiya têkoşîna çekdarî dide destpêkirin.

 Rustem Cûdî li herêmên Botan, Gabar û Beşîrê û deverên din ji bo wezîfeya fermandariya gerîla dike. Di sala 1998’an de berî dide Yekitiya Sovyetê û wezîfeya şoreşê di nava Kurdan de pêk bîne. Di sala 2003’yan de ji bo rêvebirina Kongreya Gel a Kurdistanê tê hilbijartin û li hemberî xeta tesfiyekirin û dijbertiya li rêgez û nirxên partiya şoreşerî disekine. Piştre jî wek endamê Konseya Rêveber a KCK’ê tê hilbijartin. Heya dîroka şehadeta xwe ve li ser vê wezîfeyê bû.

Gerîlayên azadiyê ji bo fermandar Rustem Cûdî û hevalên wî di 19’ê Cotmeha 2011’an çalakiyeke mezin a tolhildanê li dijî artêşa Tirk a dagirker li dar xistibû.

(bb)

ANHA