Feminîst Harriet Fraad piştgirî  da banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê

Feminîst a Amerîkayî Harriet Fraad, bi peyamekê ragihand ku piştgiriyê dide pêvajoya ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin û got: “Tekane tişta tê xwestin, ihtirima însanî ye û ev jî daxwazeke ‘radîkal’ nîne.”

Feminîst Harriet Fraad piştgirî  da banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê
7 îlon, 2025   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Feminîsta Amerîkayî psîkoterapîst Dr. Harriet Fraad, bi peyamekê ragihand ku piştgiriyê dide pêvajoya piştî banga Rêber Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê dest pê kirî. 

Harriet Fraad, di peyama xwe ya DEM Partiyê re şandî de got ku mîna hemû gelên li cîhanê gelê Kurd jî xwedî mafê jiyaneke aştiyane ye. 

Harriet Fraad diha domend “Tekane tişta tê xwestin, ihtirima însanî ye û ev jî daxwazeke ‘radîkal’ nîne. Bi navê mirovahiyê, rûmeta Kurdan nas bikin.” 

HARRÎET FRAAD KÎ YE?

Dr. Harriet Fraad di sala 1941’ê de ji dayik bû. Di sala 1968’ê de yek ji damezirînerên Tevgera Rizgariya Jinê bû. Her wiha weke yek ji pêşengên Femînîzma Pêla Duyemîn tê naskirin. Hevjîna aborînasê Marksîst Richard Wolff e. Di heman demê de, piştgirî da avakirina Înîsiyatîfa Rethinking Marxismê. Hêj niha jî li New Yorkê dijî û bi xebatên xwe yên têkildarî têkoşîna azadiya jinê û aştiya civakî tê naskirin.