Dest bi avakirina komîteyên bicihanîna peymana Şêxmesûd û Eşrefiyê hat kirin

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo dan û standina bi bepirsên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re li gorî peymana 1ˊê Nîsanê dest bi avakirina komîteyan kir.

Dest bi avakirina komîteyên bicihanîna peymana Şêxmesûd û Eşrefiyê hat kirin
7 îlon, 2025   14:35
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji Meclisa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dane, hevserokatiya meclisê dest bi tedbîrên avakirina komîteyên pispor ên dan û standina bi berpirsên hikumeta veguhêz re kirine. Ev komîte wê bicihanûna peymana 1ˊê Nîsanê ya di navbera her du aliyan de hatibû îmzekirin, bişopînin.

Hat gotin ku wê 6 komîteyên pispor ji bo çareserkirina pirsgirêkan (tenduristî, perwerde, ewlehî, xizmetguzarî, avê û elektrîkê), komîteyek navendî ji bo şopandina bicîhanîna xalên peymanê û rakirina astengiyan werin avakirin. Her komîte dê ji 5 endaman pêk were.

Çavkaniyan diyar kir ku ev gav ji bo pêkanîna bendên 10 û 9ˋan ên peymanê hat avêtin. Naveroka wan her du bendan ew e ku "Ji bo pêkanîna peymanê komîte li her du taxan werin avakirin, komîteyek hevkariyê ya hêsankirina tevgera çûn û hatinê di navbera bajarê Helebê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de were avakirin."

Çavkaniyan got ev xebat di encama civîna dawî ya navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta veguhêz a 4`ê Îlonê hat lidarxistin de, pêk tê.

Di 1`ê Nîsanê de, di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê yên Helebê û nûnerên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, li Helebê peymanek der barê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de hat îmzekirin. Peyman ji 14 xalên sereke pêk tê, di nav de xurtkirina jiyana hevbeş, parastina şêniyan, derxistina hêzên çekdar, û birêxistinkirina Ewlehiya Hundirîn. Di bendan de hat gotin ku ji bo pêkanînê komîte werin avakirin.

(k)

ANHA