'Divê bi beşdariya hemû pêkhateyan destûreke nû were nivîsandin'

Pêkhateyên bajarê Tirbespiyê daxwaza destûreke nû  kirin ku mafên jinan, tevahî pêkhate û olan misoger bike.

'Divê bi beşdariya hemû pêkhateyan destûreke nû were nivîsandin'
8 adar, 2026   08:33
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Pêkhtaeyên bajarê Tirbespiyê daxwaza avakirina sîstemeke demokratîk a nenavendî û parastina mafên jinan kirin.

Fatin El Hemed ji pêkhateya Ereb e destnîşan kir ku siberoja dewleta Sûriyeyê divê dewleteke demokratîk be û got, divê di Sûriyeya nû li ser esasê mafê hemwelatîbûnê ava bibe û mafên hemû pêkhateyan bên parastin.

Fatin El Hemed da zanîn ku jin roleke pêşeng di civakê de dilîze, lew ra divê tevahî mafên wan di destûra de werin parastin.

Basil Yûsif ê ji pêkhateya Kurd anî ziman ku destûra heyî hêviyên gelê Sûriyeyê bi cih nayîne û got, divê bi tevlêbûna tevahî pêkhateyên Sûriyeyê kongreyeke nîştimanî were lidarxistin û destûreke nû were nivîsandin.

Basil Yûsif di dewama axaftina xwe de diyar kir ku beşdariya tevahî pêkhateyan di avakirina dewleta Sûriyeyê de destpêka danîna Sûriyeyê li ser rêya rast e ku rûmet û nasnameya gelê wê diparêze.

Nûr Hedad a ji pêkhateya Suryan daxwaza avakirina dewleteke demokratîk a nenavendî kir ku mafên tevahî pêkhate û olan û jinan di destûrê de biparêze.

Nûr Hedad bal kişand ser pirrengiya civakî ya Tirbespiyê û jiyana wan a hevbeş û xwest ku modela demokratîk a li herêmê li gelemperiya Sûriyeyê were pêkanîn.

(bb)

ANHA