Di meha Tîrmehê de 13 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di Tîrmehê de 14 caran hewl da bikevin kantonê û daxuyand ku di encama bersivdayînê de 13 çete hatine kuştin, 35 çete birîndar bûne. Navendê diyar kir ku di êrişan de 6 şervan şehîd bûne.

Di meha Tîrmehê de 13 çete hatin kuştin
1 tebax 2024   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya meha Tîrmehê ya êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Minbicê û encamên bersivdayîna êrişan aşkera kir.

Hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên li dijî sivîl û milkên gundiyên kantona Minbicê didomînin û rojane êrişî herêmê dikin.

Hate destnîşankirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê di êrişên xwe yên li dijî sivîlan de rêbaza tirsandinê bi kar tînin da ku mal û gundên xwe biterikînin û di encamê de dagir bikin.

Her wiha îşaret bi berxwedan û bersiva li hemberî êrişan jî hate kirin û hate gotin berxwedana şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tevahî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têk birine û derbên giran li wan xistin.

Bîlançoya meha Tîrmehê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundên Minbicê û çalakiyên bersivdayînê yên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi vî rengî ye:

- 862 gulyên obîs û hewanan û yên din hatin avêtin.

- Gund û hejmara topên hatin avêtin: Hoşeriyê 18 top, Catê 39 top, Derec 19, Toxar 53, Ewn Dadat 104 top, Mihsenlî 27, Cerad 44, Ereb Hesen 62, Um Cilûd 69, Um Edese 6, Zenqel 3, Eseliye 11, Bak Wêran 8, Werîde 5, Dendeniye 34, Seyada 204, Qert Wêran 20, Kawiklî 63, Girhiyok 35, Bû Xaz 28 û Cebla Hemara 13 top.

- Hejmara bomeyên ronahiyê yên li dijî nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hatine bikaranîn: 5

- Hejmara hewldanên dagirkirinê yên ji aliyê Meclisa Leşkerî ve hatin têkbirin: 14. Di wan hewldanan de 4 caran şerên dijwar derketin.

- Hejmara dronên ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hatine xistin: 2

- 6 sivîl (4 zarok û 2 jin) birîndar bûn.

- 13 çete hatin kuştin.

- 35 çete birîndar bûn.

-  6 şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd bûn.

- 9 caran bi balafirên bombebarkirî êrişî gundên Mihsenlî, Cat û Toxarê kirin.

- Xisarên hêzên hikumeta Şamê: Nuqteyeke leşkerî li rojavayê gundê Ewn Dadatê hate wêrankirin.

Her wiha zirarên mezin li mal û milkên sivîlan û zeviyên wan ên çandiniyê bûn.

Di Tîrmehê de gundên Hoşeriyê, Mehsenlî, Cat, Ewn Dadat, Eseliyê, Bak Wêran, Toxar, Derec, Ereb Hesen, Cerad, Um Cilûd, Um Edese, Zenqel, Werîde, Mehmûdiye, Kawiklî, Dendeniyê, Seyada, Qert Wêran, Girhiyok, Bû Xaz û Cebla Hemra bi obîs û hewanan hatin topbarankirin.  Dagirkeran ji baregehên xwe yên li gundên Şêx Nasir û Yaşlî êrişî gundên navborî kir.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tevahî hewldanên dagirkeran têk birin. Encamên çalakiyên bersivdayîna êrişên artêşa dagirker û çeteyên wê wiha ne:

8’ê Tîrmehê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li eniyan bi hevkariya hêzên Cebhet El Ekrad hewldana çeteyên artêşa Tirk a dagirker a ketina nuqteya hêzên wan a li gundê Boxazê têk bir. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û yên din reviyan.

17 û 19’ê Tîrmehê çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da bikevin gundê Cerad. Hewldan ji aliyê şervanan ve hat têkbirin.

17’ê Tîrmehê hêzên Komandos ên girêdayî meclisê bi hevkariya Lîwa Siwar Idlib ên girêdayî Cebhet El Ekrad êrişeke çeteyan a li ser nuqteyên wan têk bir. Êriş ji baregeha Kirêdiyê ya artêşa dagirker û çeteyên wê dest pê kir. Di encama bersivdayînê de 4 çete hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn. Şervanên meclisê di çalakiyê de çekên giran bi kar anîn.

22’yê Tîrmehê çeteyan hewl dan bikevin gundên Ereb Hesen û Cerad, Ewn Dadat û Toxara mezin. Şervanên meclisê bersiva hewldanan da û têk birin.

22’yê Tîrmehê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê 2 dronên artêşa Tirk a dagirker ku li ser gundê Toxarê yê li bakurê rojavayê kantona Minbicê difiriyan, xistin. Hemwextî vê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ewn Dadat bi obîsan bi dijwarî topbaran kir. Di encama topbaranê de nuqteya leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê ya li rojavayê gund bi temamî îmha bû.

26’ê Tîrmehê çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da bikevin gundên Ereb Hesen, Cerad û Mehsenlî. Şervanên meclisê bersiva çeteyan da û tevahî hewldanên wan têk birin. Di bersivdayînê de derbên giran li çeteyan da. 15 kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn."

(bb)