Ergun Akdogan hat qetilkirin

Ergun Akdogan ê ku 27 sal in li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Tekirdagê dîl girtîbû, hat qetilkirin.

Ergun Akdogan hat qetilkirin
23 gulan, 2024   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ergun Akdogan ê di Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa F a Tekirdagê de dima û di 14'ê Gulanê de hat emeliyatkirin, jiyana xwe ji dest da. 

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Akdogan jiyana xwe ji dest daye.