Dagirkeran 3 gundên Minbicê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 gundên Minbicê topbaran kirin.

Dagirkeran 3 gundên Minbicê topbaran kirin
23 gulan, 2024   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Seyada  û Dendeniyê yê bakurê rojavayê kantona Minbicê bi çekên giran topbaran kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gundê Kawiklî yê rojavayê kantona Minbicê jî bi 6 guleyên hawnan hat topbarankirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, li gundên têne topbarankirin  niştecih hene.

(bb)

ANHA