Erebistana Siûdî: Hûsiyan êrişî Meke û Medîne kirin

Gerînendetiya Parastina Sivîl a Erebistana Siûdî îdia kir ku Hûsiyan mûşek avêtin Meke û Medîneyê, lê Hûsiyan îdia ev red kir.

Erebistana Siûdî: Hûsiyan êrişî Meke û Medîne kirin
24 cotmeh, 2026   22:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Parastina Sivîl a Erebistana Siûdî îdia kir ku Hûsiyan 2 mûşekên balîstîkî ber bi Meke Mukereme û Medîne Munewereyê ve avêtin.

Gerînendetiyê bi daxuyaniyekê îdia kir ku mûşek hatin astengkirin û parçeyên wê li Wadî Muxemesê ya Mekeyê, taxa Nuzhe ya parêzgeha Cede, Wadî Celîl ê parêzgeha Taif û navenda Mestora ya parêzgeha Rabix ketin.

Gerînendetiyê daxuyand ku ji ber van bûyeran wan tedbîr girtin.

Hûsiyan îdiayên hedefkirina herdu herêman red kirin û destnîşan kir ku operasyonên wê li dijî tesîsên petrolê û baregehên leşkerî yên Erebistana Siûdî ne.

(f)