Di êrişên li ser Xezayê de 3 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 3 kes hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Di êrişên li ser Xezayê de 3 kes hatin kuştin
24 cotmeh, 2026   22:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên tibî, hêzên Îsraîlê li rojavayê bajarê Xan Yûnisê ya başûrê Xezayê gule li malên derdora Nexweşxaneya Nasir reşandin. Di encamê de jina bi navê Texrîd Mihemed Kebace hat kuştin.

Hate zanîn ku li herêma Til Zeheb a bajarokê Beyt Lahiya ya bakurê Xezayê de jina bi navê Fatme Ebû El Leben bi guleyên hêzên Îsraîlê hat kuştin û jinek din birîndar bû. Li taxa Rîmal a rojavayê bajêr jî Mihemed Înan El Rewax hat kuştin û 3 kesên din birîndar bûn. Şahidan got droneke Îsraîlê li nêzî Stadyûma Filistînê êrişî rêwiyan kir.

Li gorî agahiyan, hêzên Îsraîlê bombe li rojavayê bajarê Dêr Belehê û kampa El Mexazî yên naverasta Xezayê barandin, di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Hate ragihandin ku dronekê  rojhilatê gundê El Mesderê bombebaran kir û 2 kes birîndar kirin.

(f)