Li Hesekê pevçûn: Çekdarek hat kuştin û 2 birîndar bûn

Li başûrê Hesekê dema dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi ser çekdaran de digirt pevçûn derket, di encamê de çekdarek hat kuştin û 2 çekdar jî birîndar bûn.

Li Hesekê pevçûn: Çekdarek hat kuştin û 2 birîndar bûn
24 cotmeh, 2026   21:27
HESEKÊ

Nûçegihana me ji bajarê Hesekê ragihand ku li herêma di navbera gundê Abîde û Sebe Sikûr de li nêzî Çerxerêya Panorama ya başûrê Hesekê dema Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi ser çekdaran de digirt şer derket. Di encamê de çekdarek hat kuştin û 2 çekdarên din jî birîndar bûn.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Gel a bajêr.

(f)