Hevgirtina navneteweyî çeka me ya dijî zulmê û nixumandina çapemeniyê ye-Diyaa ISKENDER

Hevgirtina navneteweyî çeka me ya dijî zulmê û nixumandina çapemeniyê ye-Diyaa ISKENDER
22 ÇILE, 2025   04:17

Ne pêkan e girîngiya hevgirtina navneteweyî têkildarî balkişandina ser dozên mirovî yên adilane, ku di cîhana me ya îroyîn de rastî reşkirina çapemenî tên, kêmtir bikin.

Gelek hêz hene ku hewl didin binpêkirinên hiqûqî û aloziyên mirovî, nexasim li herêmên şer, paşguh bikin. Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji wan dozan e ku, piştî hilweşîna rejîma Sûriyeyê, ji zêdetirî 50 rojî ve ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê bombebarankirin û topbarankirin.

Dijminaha dewleta Tirk a li ser van herêman ne tenê êrişeke leşkerî ye, lê belê dagirkirina xakê, wêrankirina mirov û cih e.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyî" êrişî bajarên Til Rifetê û Minbicê kir û dagir kirin. Bi wê re herêma Bendava Tişrîne ya başûrê Kobanê rûbirûyî xeteriyê bû.

Bendava Tişrînê jêdera stratejîk a jiyanê ye, kehrebe û avê dide herêmên berfireh. Lê ji ber êrişên bênavber diyar e ku wê karesateke mirovî çêbibe.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember van êrişan seferberiya giştî ragihand û di encamê de bi hezaran pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Ermen, Çerkes û Turkmen tev li berxwedana Bendava Tişrînê û parastina jiyana bi hezaran sivîlan bûn.

Rojane bi sedan şênî berê xwe didin bendavê û nobedê digirin, da ku zirar bi bendavê nebe û piştgiriya zarokên xwe yên di nava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de bikin. Ev yek lehengî û hevkirina mirovî ya kûr li hember dagirkeran nîşan dide.

Li beramber wê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran, balafiran şer û bêmirov herêmê û bendavê hedef digirin û di encamê de gelek sivîl şehîd û birîndar dibin û hîna rewşa gelek birîndaran di xeteriyê de ye. Dewleta Tirk qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike.

Dema ku dezgehên çapemeniyê yên xwecihî li herêmê êrişan dişopînin dezgehên çapemeniyê yên navneteweyî yên ku divê li gorî pîvanên pîşeyî û bêaliyê rewşa li herêmê bişopînin, êrişan paşguh dikin an jî hewl dide van binpêkirinan binixumînin.

Li vir rola çapemeniyê di avakirina raya giştî û arastekirina wê de, her wiha balkişandina wê li ser êşên gelan û aşkerkirina sûcan de, derdikeve pêş.

Ne tenê ji çapemeniya ku bêdengî yan jî paşguhkirin pejirandiye re erkek e, lê ji dostên ku di oxira mafên mirovan de kar dikin re, loma tê kirin.

Divê rêxistin û hêzên siyasî yên cîhanî yên ku banga mafên mirovan dikin, di aşkerakirina rastiyê û parastina bindestan de berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Ruxmî ku girîng e, lê çapemenî bi tenê têrê nake, divê li kolan û qadan hevgirtineke rastîn pêk were. Ji ber wê li seranserî cîhanê çalakî werin lidarxistin.

Pêdiviya hevgirtina rastîn a bi dozên gelan re ew e ku gotin bikevin pratîkê da ku dengê rastsiyê bigihîne her koşeyeke cîhanê û guhartina tê xwestin çêbe.

Di vê demê de baş xuya dibe ku dewleta Tirk dixwaze tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tune bike. Erdogan dixwaze bakurê Sûriyeyê dagir bike, mîna ku di Mîsaqê Millî de hatiye nivisîn. Lewma divê hemû aliyên parêzvanên mafên mirovan demildest tev bigerin. Ji civata navneteweyî tê xwestin li hember van êrişan bisekine û aqûbeta gelê herêmê nexe şertgiriya rewşên dijwar.

Hevgirtina navneteweyî ne tenê bi gotinan e, lê divê helwesteke cidî bê nîşandan. Her dengek li dijî êrişan bilind bibe, di bidestxistina guhertina pêwîst de gaveke erênî ye.

Werin em ji bo azadiyê û edaletê bi hev re tê bikoşin û bêdengiyê veguherînin tevgereke bi bandor ku sûcan û rastiyan ji cîhanê re aşkera bikin.

(şx/fr)