Dema pevguhertina pereyan hat dirêjkirin, lê pirsgirêka bi dawî nebûye

Li bajarê Hesekê tevî ku demapeveguhertina pereyên kevn bi yên nû hate dirêjkirin, lê pirsgirêk bi dawî nebûye. Şênî ji ber kêmbûna pereyên nû û navendên pevguhertinê û qebûlnekirina pereyên kevn gazincan dikin.

Dema pevguhertina pereyan hat dirêjkirin, lê pirsgirêka bi dawî nebûye
Dema pevguhertina pereyan hat dirêjkirin, lê pirsgirêka bi dawî nebûye
Dema pevguhertina pereyan hat dirêjkirin, lê pirsgirêka bi dawî nebûye
Dema pevguhertina pereyan hat dirêjkirin, lê pirsgirêka bi dawî nebûye
Dema pevguhertina pereyan hat dirêjkirin, lê pirsgirêka bi dawî nebûye
Dema pevguhertina pereyan hat dirêjkirin, lê pirsgirêka bi dawî nebûye
4 tebax, 2026   05:45
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Banka Navendî ya Sûriyeyê biryar dabû ku 30‘ê Tîrmeha îsal (2026) dan û standin bi pereyên kevn re bi dawî dibe. Di 2‘yê vê mehê de jî muhleta kişandina pereyên kevn û pevguhertina wê bi yên nû heya 6‘ê vê mehê dirêj kir. Lê tevî vê yekê pirsgirêka pevguhertina pereyên kevn bi yên nû hêjî bandorê li jiyana rojane ya şêniyan dikin. Şênî  ji ber kêmbûna pereyên nû û navendên pevguhertina û qebûlnekirina pereyên kevn li bazaran û dikanan gazincên xwe anîn ziman.

Şêniyan got, muhleta ku ji bo pevguhertina pereyan hatiye destnîşankirin têrê nakê, nemaze ji ber ku navendên pevguhertinê û miqdara pereyên nû li parêzgehê kêm in. Ev yek qarbalexeke mezin li navendên pevguhertinan çêdike.

Ji bazan sebzeyan a bajarê Hesekê şêniyê bi navê Ednan El Ceraf der barê mijarê de diyar kir ku hinek dikandar pereyên kevn naxwazin, ev yek jî tevgera kirîn û firotinê tevlihev dike.

Ednan El Ceraf anî ziman ku ew neçar ma biçe cihekî serafan da ku pereyên xwe bi yên nû biguherîne, lê matmayî ku ji guhertina her mîlyonekî nêzî 100 hezar ji pereyên wê hatin qutkirin.  El Ceraf destnîşan kir ku qebûlnekirina 1000 û 500 wereqeyên kevn zehmetiyan şêniyan zêdetir dikin û xwest navendên pevguhertina pereyan werin zêdekirin.

Şêniyê bi navê Xidir Selmo jî da zanîn ku pirsgirêka pevguhertina pereyan pirsgirêka sereke li sûka sebzeyan e û got, cotkar dema tên sotemeniyê dikirin matmayî dibînin ku pereyên kevn nayên qebûlkirin, ev jî pirsgirêkê ji wan re çêdike. Her wiha îşaret pê kir ku hejmarek seraf hin celebên pereyan qebûl nakin û dema pevguhertinê de pereyan ji wan qut dikin.

Xidir Selmo diyar kir ku karkeran ku heqdestê wan ên rojane di navbera 50-100 hezarî de ye nikarin mesrefên serlêdana navendên pevguhertina pereyan bidin. Selmo xwest muhleta pevguhertina pereyan were zêdekirin, navendên nû werin vekirin û tevkarî di navbera seraf û bazaran de çêbibe da ku pevguhertin hêsan bibe.

Hemed El Muxlif jî got, qebûlnekirina pereyên kevn li bazaran gefan li jêdera debara dikandaran dixwe. Her wiha da zanîn ku gelek muşterî pereyên kevn tenê bi wan re hene û dema bazirgan pereyên kevn qebûl nakin tevgera bazarê pûç dibe.

Hemed El Muxlif xwest dema pevguhertina pereyan were dirêjkirin û hejmara navendên pevguhertinê werin zêdekirin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Navendek tenê li parêzgehekê bike têrê nakê. Qerbalexa li pêşiya navendên pevguhertinê zêde ye û pereyên nû jî kêm in. Ev yek bandoreke rasterast li tevgera bazaran û jiyana welatiyan dikin."

(bb)

ANHA